Çand muhim e, hevokeke kurt lê bi tesîr e. Nûçeya me ya doh a li ser merşeke sedsalî ya ji bajarêî Bicar ê ser bi Ostanê Kurdistan ê li Rojhilatê Kurdistanê, nîşan da, gava ku zanîna hunerî û çandî ji dest bê dayîn, pê re mirov êdî nikare bi rastî wî hunerî, yan jî wê çandê biparêze. Dewlet jî ji ber sedemên cihê bi qanûn û saziyan hin huner û çandan weke mîrateya çandî dixwazin muhafeze bikin. Lê sedemên wan ên din jî hene.

Mesela Înstîtuya Smithsonian a ku xwe weke mezintirîn kompleksa muze, lêkolîn û perwerdeyê dide nasîn, heta niha gelek kom şandin Iraqê û Başûrê Kurdistanê ku bi pisporên Ereb û Kurd ên li cihêcih re xebitîn. Ji bilî bernemayên perwerdeya van pisporan, wan nexşeyeke kite bi kite ya mîrateya Mûsilê bi navê “Mosul Heritage Map” da amadekirin. Ev bi kêra kê tê herî zêde; helbet eskeriya Iraqî, Başûrê Kurdistanê û ya Emerîkî; ji xwe ev nexşe nehatiye weşandin. Ji ber wê jî çand muhim e, mîrateya çandê muhim e, lê pirsek dimîne: Ka gelo ji ber sedemên civakî û aştiyane wê xebatên parastinê bên kirin, yan yên eskerî, aborî û berjewendiyên ferdî? Ev ê bibe pirsek ku wê seriyan biêşîne û jixwe, divê biêşîne jî. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN