
Li aliye din bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşên çeteyan jî li diji gelê Rojava her ku diçe zêde dibe. Gelê Rojava li aliyekî li diji çeteyan xwe diparêze, li aliyê din ziman, nasname, perwerde, rêveberiyên xweser û herêmî pêş dixe. Gelê Efrînê ku di nava hewldanên hilweşina pergala Rejîma Baasê ya 50 salan de ye, xebatên çand û hunerê jî berdewam dike. Hunermendên ku di bin baneyê Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) de li hev kom bûn, li gel şert û mercên neyînî dîsa hunerek azad ava dikin. Hunermendan diyar kirin ku dê bi şoreşa gel hunera wan jî azad bibe.
‘Em şoreşê bi hunerê re dikin yek perçe’
Endama Xebatên Çand û Hunerê yên Cinderisê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND), li Navçeya Cinderis ya Efrinê xebatê dimeşîne Mizgin Huseyin, diyar kir ku ew pêvajoya şoreşê ya li Rojava bi hunera xwe re dikin yek.
Mizgîn Huseyîn, anî ziman ku berî Roşeya Rojava li Efrin û Cinderise tenê xebatên ên çand û hunerê di asta folklorê de bû, lê piştî roşerê li ser bingehê hunera azad xebatê dimeşînin û wiha got: “Piştî şoreşê xebaten wan ên çand û hunerê zêde bûn. Ewil me koma folklora Kurd ava kir. Me demekê ev wisa meşand. Di serdema şoreşê de me endam û xebatkarên xwe zêde kir. Me koma zarokan a Folklorê û Koma Şehit Şilan ava kir. “
Huseyin, anî ziman ku di qada çand, huner û muzîkê de xebaten wan berdewam dikin û wiha lê zêde kir: “Ji bo hunera şoreşger û azad pêk bê şert û merc zahmet bin jî tekoşina wan berdewam dike. Dê ji bo hunerek azad û şoreşger seknek azad û şoreşger nîşan bidin. Niha tevlêbûna xebatên çandê zêde ye. Bi taybetî jinên ciwan di hemû beşên xebatê de hene. Jinên ciwan hem di qada çand û hunerê de û hem jî di hemû qadên jiyaınê de pêşengiyê dikin. “
ÎSMAÎL ESKÎN/DÎHA/EFRÎN