Piştî îlankirina OHAL’ê bi tayînkirina qeyûman re 82 şaredariyên BDP’ê jî di nav de, gelek saziyên ku di bin banê van şaredariyan de xebatên xwe dimeşandin, hatin girtin. Yek ji van şaristaniyan jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû. Şanogerên di bin banê Şaredariya Amedê de xebat dimeşandin, bi daxuyaniyekê aşkera kirin ku ew wê bi qeyûmê AKP’ê re nexebitin û bi serê xwe Şanoya Bajêr a Amedê vekirin.
Şanogerên ku ji nû ve şano ava kirin, cara yekê bi lîstika ‘Dawiya Dawî’ ya ku Ozcan Ateş pêşkêş dikir, deriyê xwe ji hunerhezan re vekir. Lê şanogeran xebatên xwe bi vê lîstikê sînordar nekirin, di rojên borî de çend lîstikên din jî hatin pêşandan û herî dawî bi lîstika ‘Qirix’ derketin pêşberî temaşevanan. Lîstikê ji karîkatûrên Dogan Guzel sûd wergirtiye û derhêneriya wê Kemal Gokhan Gurses dike. Lîstika Qirix di 25’ê Adarê de promiyera wê li Amedê pêk hat û du rojan li ser hev 3 caran hat pêşandan. Alîkara derhênerê lîstikê û lîstikvan Zeycan Ateş li ser xebatên xwe axivî û got: “Çandeke bêşaristanî tinebûna jiyanê ye.” Ateş aşkera kir ku lîstika wan balê dikişîne ser çîrokên qirixên Amedê û wiha pê de çû: “Ev lîstika me ji sê kesan pêk tê, ji van yek jin e û du jî mêr in. Navên van karakteran jî Çeto, Keko û Quto ne. Li gel van karakteran, karakterên wekî dayika Besê, Eyşê, Xalê Remezan û Şukrî jî hene.”
Bi desthilatdaran re naxebitin
Ateş diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûm, wan nexwestiye bi qeyûm re bixebitin û wiha pê de çû: “Demekê me ji bo xebateke nû amadekarî kir. Piştre jî me alternatîfên xwe afirandin û Şanoya Bajêr a Amedê ava kir û xebat bi pêş ketin. Em îro jî dixebitin û xebatên xwe dewam dikin.”
‘Em ê serî netewînin’
Ateş piştrast kir ku ew ê serî netewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet çi qasî êrîşî gel bike û cihê me desteser bike jî em ê ti carî serî netewînin, çi qas cihê me bigirin jî em ê cihekî din vekin û xebatên xwe dewam bikin. Em ji gel re dibêjin ti carî dev ji şanoyê bernedin, ji ber ku çandeke bêşaristanî tinebûna jiyanê ye. Em bang li gelê xwe dikin, bila her tim werin mêvandariya me.”
ŞÛJIN/AMED