STÊRVAN BÊRÎTAN JINNEWS/MINBIC Jinên Minbicê derbarê çanda deqan a jinên Kurd de diyar kirin ku berê ev çand ji bo jinan gelek girîng bû û gotin, “Ev çanda ku ji aliyê civakê û jinê ve gelekî girîng dihat dîtin, niha ber bi tinebûnê ve diçe.” Jina bi navê Zehîda Hecî Mûrad a temenê wê 73 salî, derbarê çanda deqan de got, “Ez dema ku 15 salî bûm min deq li rûyê xwe xist. Wê demê hemû jinên li gund deq li rûyê xwe dixistin. Wê demê ev wekî çanda xweşikbûnê dihat dîtin. Di wê demê de kesên ku rûyê xwe deq nedikirin ev yek ji bo wan şerm dihat dîtin. Niha jî li rûyê min deqên min hene û ez gelek ji wan hez dikim.”