
Beriya Şoreşa Rojava ji ber zextên rejîma Sûriyê dayikên aştiyê li malan nekarin bên cem hev û li cihên bi ewle dihatin cem hev. Zextên rejîmê li pêş sazîbûna wan asteng bû. zêdetir ji bo xwe nas bikin û alîkariyê bidin hev hevdîtin dikirin.
Piştî Şoreşê dayikên Aştiyê komeleyeke bi navê Saziya Dayikên Aştiyê ava kirin. Di bin navê komeleyê de saziyek wan ya fermî tunebe jî di mehê de li mala dayikek endamê komleyê tên cem hev û dayik jiyanê ji nûve zindî dikin.
Çanda Kurd zindî dihêlin
Li taxa Hîleliye dayikên Aştiyê yên mehê carên tên hev hewl didin çandê zindî bihêlin. Dayikên li ser sêlê û tenûrê de nan çêdikin, bi hev re jî xwarinan amade dikin. Li aliyê din jî têşiyê dirêsin û li aliyê din jî ji bo zarokên cangoriyan cil û bergan çêdikin.
Dayika Selîma diyar dike ku her payîz hilberînên ku bi destê xwe çêdikin li malbatên xizan belav dikin û dîsa pereyên ku di sindoqa hevpar de berhev dikin didin malbatên xizan. Selîma Mihemed wiha berdewam kir: “Berê mirovan zêdetir hevkarî dikir. Alîkarî didan hev. Niha ev çand tune dibe. Lê aliyê herî xweş yê vê demê eve ku jin êdî bi şoreşa Rojava re zêdetir xwedî li xwe derdikevin û dibin xwedî îrade.
Xweziya bi çanda kolektîf a berê
Dayika Fatma kêm maye 90 saliya xwe temam bike. dema sînor nehatibûn danîn tê hişê wê. Wê demê hêj zarok bûye. Dayika Fatma dibêje her havîn derdiketin zozanan û li wir alîkarî dida dayika xwe û got li wir nanê sêlê hîn kiriye.
Di rojên borî de li mala dayika Fatma hatin cem hev û ji bo mîvanên xwe nanê sêlê çêkirin. Dayika Fatma got jinan bi şoreşê re guherînek mezin jiyaye û wiha got: “Berê qiymeta jinê tune bû. dihat girtin û firotin. Lê îro ne wisa ye. niha herî kêm qadên ku jin dikarin li mafê xwe xwedî derkevin hene. Ez hestera rojên borî me. Berê xweşikahiya jiyanê cuda bû. Me dikarî hêk bi nan, genim bi rûn biguherta. Pere filan tunebû.
Dayika Mukarîma jî behsa keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Ger ku keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tunebûya jin nedikarî li ser lingê xwe bisekine. Êdî jin dikarin parastina xwe bikin.dikarin saziyên xwe ava dikin. dikarin li ser piyên xwe bisekinin. Ev hemû jî hewldan û keda rêberê Gelê Kurd pêk hat.”
ŞÎNDA EKREM / AZÎZ KOYLUOGLU /ANF/QAMIŞLO