CÎHAD HAWRAMÎ ROJNEWS/HELEBCE Teşî rîstin karekî kevn û kurdewar e.Hiriya ku bi teşiyê badidin û dikin ta, ji bo kel û pelên din tên bikaranîn. Bi taybet li Kurdistanê dayik teşî dirisin. Destpêka havînê hiriyan heywanan dibirin.Piştî ku hiriyan lawiran tê şûştin, bi teşiyê dikin ta.Piştî ku dayikan bi teşiyê ta çêkirin, ew ta ji bo kelûpelên wek; gore,ber, bermal,lîf û ji bo gelek tiştên din tên bikaranîn. Piştî ku lawir hatin birîn û hiriyên wan hat şiştin, bi amûrek taybet ku jê re dibêjin şane hirî tê ji hev vekirin. Piştî ji bo bibe ta bi teşiyê tê ristin. Teşî pergalek sade ye û ji dar e. Dayik teşiyê digirin bi destê xwe û ranê xwe dikin ta. Teşî ristin li Başûrê Kurdistanê zêde nemaye, lê hê jî li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê jinan ve tê çêkirin. Li van deverên Kurdistanê hê jî gelek girîngî bi teşiyê tê dayîn. Ji dema bav û kalên me maye Jina bi navê Emîne Heme Reşîd ku ji navçeya Hewraman a Başûrê Kurdistanê ye, li ser teşî ristinê dibêje; “Ev kar hê ji dema bav û kalên me ve ji bo me maye. Em jî niha hê jî vî karî dikin. Lê mixabin ji ber sedema bipêşketina teknîkê û vekirina gelek kargehan, ciwan jî girîngiyê nadin vî karî. Ji bo vê êdî ev kar gelek bi kêmî tê kirin.”