Hefteya Çanda Kurd ya di 17’ê îlonê de destpêkir, 5 rojan  li qada Îspanya ya nêzî qada dîrokî Grand Place ya Brukselê pêk hat. Berhameya ku heta 21’ê îlonê berdewam kir de  bi kon û standên hatin vekirin bi konser, konferans û pêşangehan Kurd hatin bibîranîn.

Agahî hatin dayîn
Di şahiya ku aliyên çandî derketin pêş de, trajediya Şengalê û êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê nehatin jibîrkirin. Kesên hatin serdanê der barê geşedanên Kurdistanê de hatin agahdarkirin û hatinên ji bernameyê hatin bidestxistin ji bo Şengal û Kobanê hatin berhevkirin. Ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê û agahdarkirin rayagiştî çalakiyek pêk hat. Hefteya Çandê ya ku şaredariyê Amed, Wan û Êlihê jî piştgirî dabûnê, pirtûk, broşur, bîblo û amûrên din yên ku hersê şaredariyan şandibûn hatin belavkirin. Her xaliyên aydê çanda Kurd jî di standan de cihê xwe girtin.

Konên cihê

Di konê ku Tevgera Jinan a Kurd vekir de cil û bergên jinên Kurd  Xeftan û amûrên wek gore û papik  hatin firotin. Di standa xwarinê de her roj bi rêk û pêk xwarinên kutilk, dolme û sarme jî hatin firotin. Berpirsyariya nasandina mutfaxa Kurdî, komeleyên weke Bruksel, Charleroî, Lîege û Leuven girt ser xwe. Li qadê Konê Zoman bal kişand. Kesên ku hatin qadê beyî ku wêne li ber kon bikişînin neçûn. Ligel kon kaniyek bi navê ‘Kaniya Yado’ hat avakirin. Kon ji aliyê Tevgera Çanda Kurd TEV-ÇAND’ê ve hat avakirin. Xebatkarê Tevgera Çandê Amele diyar kir ku ev konê ku ji mûyê bizinê hatiye çêkirin nahêline dûpişk, mar bikeve hundir û her wiha avê jî nakişîne. Di şeva 20’ê îlonê de baranek tund barî her der di bin avê de ma, lê konê zoman av derbas nekir.

Mûzîka Kurdî
Li qadê di bin peykerê Dîn Kîşot û Sanço Panza de  pankarta bi nivîsa îngîlîzî ya wekê ‘Hun bi xêr hatin Hefteya Çanda Kurd’ hat daliqandin. Komên cuda li sahneyê stranên xwe striyan û resk lîstin û her wiha pêşangeheke wêneyan jî bal kişand. Kon 5 rojan 24 saetan li qadê man. Her sibehê mirovên bi muzîka Kurdî şiyar bûn heta derengiya şevê muzîka Kurdî guhdarkirin. Her roj sînevîzyoneke ku ji 35 deqeyan pêk dihat û ji dîmenên her çar parçeyên Kurdistanê pêk dihat hate nîşan dan. Kevneşopiyên Kurd, trajedî, xweşikahiyên xwezayî, lîstikên zarokan, dawet, cil û berg, muzîk û mutbexa Kurdî hat nîşandan.

Sînema û konser

Di çarçoveya bernameyê de li salona dîrokî ya Mala Pêşendanê ya La Bellone fîlm, konser û pêşangeha wêneya pêk hat. Di bernameya fîlm de  fîlmên Nuray Şahîn yên wekê “Folge der feder”, “Hiner Salem'in “My sweet pepper land”, Fransız Philippe Lioret'in “Welcome”  fîlmê Yilmaz Guney yê “Suru” hat nîşandan. Taca Caf û Mehmet Atli konser dan û Leyla Sîpkî jî muzîka xwe ya klasîk pêşkêş kir. Her wiha pêşangeha wêneya ya rojnamegerê Belçîkayê Colîn Delfosse ya gerîlayên jin vedigot hat pêşkêş kirin. Organîzatora pêşangehê Sîbel Ceylan got dê ev pêşangeh di meha mijdarê de li barê Charleroîn di Muzeya Wêneyan de bê pêşkêşkirin. Di çarçoveya Hefteya Çanda Kurd de gelek komên cuda derketin ser dîkê.

ANF/BRUKSEL