Evîn Dundar a terzî: Parastina çandê û di ber de westiyan, rûmetek e. Çawa dibêjîn, 'Di jiyana şaş de heyateke rast nîne', li ser wî esasî em karê xwe dikin. Ji ber vê sedemê jî em dest nadin modelên kevnare.
MEDYA UREN / MA/AMED
Evîn Dundar li dijî bişaftinê ev bi salan e ku dirûna cilûbergên gelêrî yên Kurdî dike. Evîn naxwaze modelên berê biguherîne û dibêje, "Em dixwazin bi dirûna cilûbergan çanda xwe biparêzin."
Bi salane li hemberî Kurdan polîtîkayên bişaftinê tê meşandin. Çend ziman, jiyan, çand para xwe ji polîtîkayên bişaftinê girtibin jî cil û bergên Kurdî jî bi heman rêbazan tên bişaftin. Şekl û şemalên cilûbergên kurdî li gorî herêman diguherin. Di roja me ya îro de tenê jin û mêrên temen mezin van cilûbergan li xwe dikin. Civan jî tenê di rojên taybet ên wekî 8'ê Adarê û Newrozê de cilên gelêrî yên kurdî li xwe dikin. Li Baglara Amedê Terzîxaneyek van cil û bergên kurdewarî didûrû. Evîn Dundar jî bi salan e karê dirûnê dike û bal dibe ser parastina çanda cilûbergên kurdî.
Xwedî li cil û bergan derdikevin
Evîn 22 salî ye û li Baxlera Amedê li Terzîxaneyekê dixebite û bi salan e bi dirûna cilûbergên kurdewarî re mijûl dibe. Evîn dibêje, "Ev demeke dirêj e, ez vî karî dikim. Elaqeya min bi çanda Kurdî û cilên herêmî re pirr hebûn. Dema min nû dest bi kar kir, daxwaza cilûbergên Kurdî, gelek bûn. Her wiha bi taybetî jî dema Newrozê. Em nedigihiştin ku daxwaza civakê pêk bînin. Her wiha li derveyî bajar jî gelek daxwaz dihatin kirin. Çanda cilûbergan tê wateya nasnameya me. Civakê dixwest di rojên taybet de xwe li gel qedexe û zor zehmetiyan bi li cilûbergên xwe nîşan bide.“
Bêhtir li derveyî Amedê
Evîn dibêje, ew bi karê xwe serbilind e: "Parastina çandê û di ber de westiyan, rûmetek e. Çawa dibêjîn, 'Di jiyana şaş de heyateke rast nîne', li ser wî esasî em karê xwe dikin. Ji ber vê sedemê jî em dest nadin modelên kevnare. Ev zehmet e. Lê em di parastina cilûbergên kurdewarî de bi israr in. Li dijî bişaftina çandê çeka herî mezin parastin e. Ne li Amedê, bêhtir li derveyî bajêr em cilûbergan difiroşin. Ev tişt jî nîşan dide ku em çawa xwedî li cilûbergên xwe derdikevin."
Em li ber xwe didin
Evîn diyar dike ku her tim polîtîkayên tinekirin û bişaftinê li ser Kurdan ferz kirine û: dibêje, "Bi hezaran salan e ku Kurd li dijî tinekirin û polîtîkayên bişaftinêli ber xwe didin. Lê ti carî dev ji çanda xwe bernedane û her tim di nava parastinê de bûne. Cilûberg nasnameya civakê ne û bi her awayî êrişî wan jî dikin. Em hem li dijî bişaftinê li ber xwe didin û hem jî li dijî qeyrana aborî li ber xwe didin. Berê, me qala dirûn û firotinê dikir, lê niha em nikarin qala firotinê jî bikin. Ji ber ku qeyrana aborî em gelek caran anîn ber îflasê; lê me dev ji karê xwe berneda. Armanca me ne tenê firotina cilûbergên Kurdî ye, armanca me parastina çandê ye."
Em serî natewînin
Evîn di dawiyê de bal bire ser êrişên li hemberî kargehê û got: "Kargeha me kargeheke kevnar e û di ber de me gelek ked daye. Ji ber nasnameya xwe gelek caran bi êrişî wê kirine. Lê em ti carî li hemberî êrişan serî netewand û deriyê kargeha xwe daneda."
MA/STENBOL