4’emîn Konferansa NÇHM’ê ku bi dirûşmeya ‘Em bi ruhê Sefqan û Mizgînan têbikoşin, çanda xwe bi pêş bixin û xweseriya demokratîk ava bikin’ pêr li Wargeha Mexmûrê destpêkir  doh bi dawî bû. 

4’emîn Konferansa Navenda Çand û Hûnerê ya Mexmûrê (NÇHM) li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi beşdarbûna 91 delege û mêvanan ku pêr li Lokala Mamostayan bi dirûşmeya ‘Em bi ruhê Sefqan û Mizgînan têbikoşin, çanda xwe bi pêş bixin û xweseriya demokratîk ava bikin’ hatibû destpê kirin. Konferans doh bi dawî bû.

Di konferansê de pêşî rapor hatin xwendin, rewşa siyasi hat nirxandin û doh jî bi nirxandina kar û xebatên çand û hûner ên navendê, di heman demê de bi pêşnûmabiryar, amadekirina rêziknameyê, gûherîna logoya NÇHM’ê û bi axaftina dawiyê ya Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê, Fîlîz Budak bi dawî bû.


Sazî veguherî meclîsê 

Hevseroka Rêveberiyê, Fîlîz Budak, diyar kir ku konferans serketina xebata çand û hûner e, û wiha peyivî: “Di vê Konferansê de cara yekem  rêveberiya nû hat avakirin, li şûna saziyê, veguherî meclîsê; ev jî diyar dike ku wê xebatên Meclîsa Çand û Hûner a Wargeha Mexmûrê dewlemendtir, berfirehtir û serketî bên meşandin.”

 

Em êrîşên li dijî çandê pûç bikin

Budak bi terîfa xwe ya çandê got, çand xwe ji nû ve avakirin e û wiha dewam kir: “Niha herî zêde hêzên dîktator êrîşê çanda gel dikin, ji bo gelekî biperçiqînin, tepeser bikin, di destpêkê de dixwazin çanda wî ji holê rakin. Dewleta faşîst a Tirk jî niha êrîşê çanda me dike, ya girîng, em xwedî li çanda xwe derkevin û van êrîşan pûç bikin.” 

 

Meclîsa li Mexmûrê divê bibe mînak

Hevseroka Rêvebirina Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê, Fîlîz Budak axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir; “Divê ev Meclîsa Çand û Hûner a Wargeha Mexmûrê bibe mînaka hemû saziyên çar parçeyên Kurdistanê. Çand û Hûnerê gelê Botan û Zagrosê bi gelemperî bide jiyîn û dewlemendtir bike. Em dîsa wek Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê, serketinê ji Meclîsa xwe a Çand û Hûner a Wargeha Mexmûrê re dixwazin.”  


 ROJNEWS / MEXMÛR