HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/HELEBCE
Li Herêma Kurdistanê film û berhemên Kurdî tên qedexekirin, çawa ku Asayîşa Silêmaniyê nîşandana filma “Ji bo azadiyê” li Sînema Salim qedexe kiribû. Di heman wextê de, ji bo berhem û filmên biyanî û xasma Tirkî zemîn tê xweşkirin û ji bo kirîna wan bi sedan milyon dolar tê xerckirin.
Aktîvîsta jin, Jîno Xelîl li bajarê Helebce diyar kir ku rêzefilmên Tirkî bandoreke xirab û metirsîdar li ser perwerdeya zarokan û ciwanan çêdike. Jîno Xelîl got, wiha kirine ku çanda Kurdî li ber çavê xelkê reş bibe û çanda Tirkî wiha nîşanî malbatan dikin ku qet mînaka wê di cîhanê de nebe.
Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, li gel pêngava boykotkirina malê Tirkî, daxwaza boykotkirina rêzefilmên Tirkî jî hate kirin da ku li şûna wan hunerê Kurdî û rêzefilmên Kurdî werin bipêşxistin.
Aktîvîsta jin û Endama Rêxistina Wad a Elmanî, Jîno Xelîl got; “Ew rêzefilmên Tirkî yên di kanalên Kurdî de di warê perwerde û tevgerê de ziyaneke mezin gihandine ciwanên Herêma Kurdistanê. Dixwazin texlîdê karekterên di nava rêzefilman de bikin, çîrok û bûyeran ducarî bikin.”