Koçber li vê derê jî navên Kurdî li zarokên xwe dikin, cilên neteweyî lixwe dikin, xwarinên herêmî çêdikin nan bi tenûran dixin. Welatiya bi navê Berfo Gunduz diyar kir ku çanda me bingeha jiyana me ye."
Bi şewitandina gundan trajediya Kurdên ku ji neçariyê koçî metropolên Tirkiyeyê kirine bidawî nabe. Bi hezaran Kurdên ku di salên 1990'an de ji herêma Bestaya Şirnexê ji neçariyê koçî bajaroka Tuzlaya navçeya Karataşa Edeneyê kirine bereqeyên ji qamişên li dora çemê Seyhanê kirine stargeha xwe. Kurdên ku ev 20 sal in bi paletiyê debara xwe dikin û têkoşîna jiyanê dimeşînin, ji mafên av, cereyan, tenduristî, perwerdehî û hilbijartinê bê par in. Bêrîvan, Nêrgiz, Dizvar, Ronî, Azad ên ku hê jî bi devoka Botanê diaxivin li ber kamerayan strana 'Berfîn Gula çiyaye' bi hev re distêrin.

Bi zimanê zikmakî mezin dibin
Hediye Karaya li gundê Kapiya Tuzlayê cotkariyê dike diyar dike ku wan ev şert û merc heq nekirine. Kara bibîr xist ku ji bo koçberên ji Suriyeyê hatine makîneyên cilşoyê anîne lê ji bo welatiyên Tirkiyeyê tu maf nayên nasîn. Kara bi gotina; "Helbet rojekê dê ev zilm bidawî bibe" hêviya xwe bilind dike. Karaya ku 8 zarok mezin kirine û ji vana 4 zarok di van bereqeyan de welidandine got; "Ji ber me di çanda xwe de bi israr kir em niha li vir in. Lewma min zarokên xwe yên li gund û vê derê anîne dinê, bi zimanê xwe mezin kirin. Zarokên me di nava şert û mercên zehmet de di nava xizaniyê de mezin dibin. Êşa vê yekê jî jin dijîn."

'Çanda me sedema hebûna me ye'
Berfo Gunduza ku 18 sal in li bereqeyên qamişî de dijî jî tenûra li gundê xwe li koçberiyê jî çêkiriye û ji derveyî nanê tenûrê nan nakire. Li gorî Gunduzê ji derveyî nanê tenûrê tu nan tamê nadin û rewşa heyî wiha tîne ziman: "Ji vê şert û mercên ku em lê dijîn gelo çi dikarî xiraptir bûya? 20 sal in em neçarî axayan kirine. 6 mirovên me li gundê Banê Cindiya qetil kirin. Gundê me şewitandin. Em neçarî koçberiyê kirin. Lê ma me dev ji çanda xwe berda? Em heta roja îro bi cilên xwe yên neteweyî, tenûrên xwe, xwarin û stranên xwe gihîştin van rojan. Di dawiya wê de mirin jî hebe em dev ji çanda xwe bernadin."
Şaxa Goç-Dera Mêrsînê li ser vê yekê rewşa koçberan wekî raporekê amade kir û pêşkêşî Rêxistina Efûyê û Neteweyên Yekbûyî kir. Piştî raporê saziyên navneteweyî jî heyetek rêkirin Tuzlayê û lêkolîn kirin. Koçberên di çanda xwe de bi israr in niha li benda alîkariyê ne.

 FERHAT ARSLAN- DÎHA/EDENE