
Hunermemenda kurd Canê ji bo alîkariyê bide welatiyên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî hate wargehê. Hunermend Canê got ku ew gelek caran hatiye wargehê lê vê carê li dijî komkujiyan weke hunermendeke kurd di warê moral û alîkariyê de çi pêwîst be dê ji bo gelê penaber bi cih bîne. Canê diyar kir ku bi hezar salan e gelê kurd di komkujiyan re derbas dibin û wiha berdewam kir: “Ji xwe gelê kurd ev hezaran salan e di bin zilm û zordariyên mezin de dijî. Ev komkujî ne ya îro ye. 73 ferman li ser gelê me yê Êzîdî çêbû. Dîsa li Dersim, Mereş û Helebce komkûjiyên mezin hatin kirin. Pêwîste gelê kurd îro van hemû komkujiyan li ber çav derbas bike û li gor vê bizanibin ku ev ne çarenûsa wan e.”
´Dema yekîtiyê ye´
Hunermend Canê bang hemû gelê kurd û partiyên kurd kir ku bi hevre bibin yek da ku bikaribin pêşiya van komkujiyên hovane li ser gel bigirin. Canê destnîşan kir ku îro hunermend, ciwan, rewşenbir, siyasetmedar, dewlemend kî dibe bila be ji bo gelê kurd dikare çi bike divê pêk bîne. Canê di berdewama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ez tenê dikarim tiştekî bêjîm û bang hemû gelê kurd bikim ku îro roja yekbûyîna gelê kurd e. Nîvîskar, ciwan, rewşenbîr, siyasetmedar, dewlemend kî ji çi alî de dikare ji bo gelê kurd çi bike? Ji bo xwe ji bo zarokên kurdan çi bike. Bila tu kes li ser jin û zarokên Şengalê tu hesaban neke. Ji ber ku ew kurdbûn û kurdên Êzîdî bûn hatin qetil kirin."
´Hunermend divê li cem gel be´
Canê bal kişand ser êşên gel û got: "Îro em ji bo wan destê xwe bidin hev ka em dikarin ji bo wan çi bikin? Her kurdekî ku dibêje ez xwedî şeref im divê xwedî ji gelê Şengalê derbikeve. Ji ber ku dibînin jin, keç û dayîkên êzdî di bazaran de tên firotin. Her kesê ku dibêje ez ê xwedî gelê xwe, namûs û şerefa xwe derbikevim çi ciwan dibe û çi gelê me yê din dibe, divê di berxwedana Şengal, Mexmûr û Kobanî de cih bigire. Çi ji destê wan tê bikin. Ne ku her kesek biçe çek rabike, kê ji destê wî-wê çi tê bike.” Di dawiya axaftina xwe de hunermend Canê bang hemû serok û rêberê kurdan kir ku bibin yek û yekbûyînek neteweyî bidin avakirin. Her wîha Canê jî bo hunermendên kurd jî got ku; “ îro ne roja derketina ser dîkê ye û gotina kilama ye, îro roja berxwedaniyê ye.”
DÎHA/MEXMÛR