Şervanên YPG’ê û endamên Asayîşê  Mistefa Nemo Mihemed Nûr(Cûdî), Mahir Seyîd Sexir (Kawa), Ebdulah Ehmed Mihemed Nezîr (Xebat Demhat), Fêsel Mihemed Hiznî (Berxwedan), Ehemed Mihemed Ferhan (Agirî Warşîn), Mihemed Mehmûd Salih (Argeş Rojdem), Mihemed El-Ezo Mehmûd (Ferhad Kobanê), Mizgîn Ferhan Hemîd (Eşref Til Temir), Adil Elo Ehmed (Şervan),  Mûsa Hemad Hemîd û Ednan Ismaîl Zubêr (Welat Berxwedan) û Silêman Mesûm Badilî (Polat Dirbêsiyê) ên di demên cûda de di berxwedana Til Temir û Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên hemû tekoşeran anîbûn Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê. Duh saet di 17.00’an de bi hezaran kes bi armanca wergirtina cenazeyan li ber saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê kom bûn.

Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û cangoriyên azadiyê vekiribûn, her wiha alên TEV-DEM, YPG û YPJ’ê vekiribûn û bênavber dirûşmeyan berz dikirin, piştî wergirtina cenazeyan bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya Dirêsiyê ve derketin rê.


Bang li hemû partiyan kir

Girse cenazeyn li ser milên anî heta goristanê û li vir merasîma leşkerî ji aliyê hêzên Asayîşê ve hate lidarxistin. Paşê Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik axivî û got ku bi saya berxwedanan şervanên azadiyê ku canê xwe feda kirin herêma Til Temir û Çiyayê Kizwanan ji çeteyan hate rizgarkirin û şervan hîn jî bi pêş ve diçin. Dêrik, bang li hemû partiyên siyasî kir di vê demê dest dest ji berjewendiyên xwe yên teng berdin û di çarçoveya berjewendiyên gel de kar û xebatên xwe bimeşînin. Di dawiya axaftina xwe de Dêrik da xuyankirin ku hêzên YPG’ê hemû planên hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê her wiha pêlanên derve ku li ser herêmê dihatin kirin vala derxistin.

Di merasîmê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a TIl Temir Mihemed Baqî Kûtê û li ser navê malbatên hemû şervanan axavîn. Di axaftinan de berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê hate silavkirin û ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn. 


 ANHA/DIRBÊSIYÊ