Li bajarê Fransa Strasboûrgê bi pêşengiya Tevgera Jinê û Komîteya Malbatên Şehîdan, ‘Şehîdên meha Cotmehê’ hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre ji ber salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan), sînevîzyonek hat nîşandan. Di axaftina li vê derê ya li ser navê Tevgera Jinê de hat gotin, „Mîna ku Rêbertî dibêje; Bêrîtan ji bo me wesiyet e, ew ji bo me bang e, eşqa çalakiyê ye, çalakiya rûmetê ye.“

Di merasîmê de bi wesîleya rojiya Yas-i Mûharrem, şehîdên Kerbelayê jî hatin bîranîn. Merasîma bîranînê bi belavkirina aşûreyê bi dawî bû. Li bajarê Elmanya Wûppertalê jî ‘Şehîdên meha Gulanê’ li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan û Komîteya Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin.

Merasîma bîranînê, bi nîşandana sînevîzyonek li ser gerîlayên jiyaan xwe ji dest dan dewam kir.

Li bajarê Danîmarka Valbyê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25’ê Cotmeha 1992’an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. Merasîma bîranînê ya ji aliyê Komeleya Jinên Kurd ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê komeleyê Zelîha Tîtrekî axivî û got, „Di şexsê şehîd Bêrîtan de em hemû şoreşgerên jin ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, şehîdên Cotmehê û herî dawî yên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Em ê di xeta Bêrîtan de bimeşin.“ Di bîranînê de jiyana Karataş hat vegotin, helbest hatin xwedin û strana ‘Bêrîtan’ hat gotin. 


 STRASBOURG/WUPPERTAL