Li bajarê Swîsre Baselê, di merasîma ji aliyê malbatên şehîdan ve hat lidarxistin de, tevî malbatên şehîdan gelek Kurdistanî amade bûn. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser girîngiya şehîdan ji bo têkoşîna azadiyê û ji bo bîranîna şehîdan helbest hatin xwendin. Malbatên şehîdan bîranînên şehîdan vegotin û hesreta xwe bilêv kirin. Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

Li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo bîranîna şehîdên Rojava, Enqere û Pirsûsê şevek hat lidarxistin. Di şeva ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de nûnerê SGDF axivî. Nûnerê SGDF diyar kir ku şerê qesrê bi komkujiya li Pirsûsê re destpê kiriye, dûre dewam kiriye û got, „Desthilatdariya qesrê ancax bi têkoşîna ciwanan û gelan a hevpar dikare bê hilweşandin û em ê vê bi ser bixînin.“ Piştî axaftinê Civata Muzîkê ya Sarya derket ser dikê û konserek da.

Li ser navê ESP’ê jî Çîçek Otlû peyivî her wiha di axaftina li ser navê MLKP de hat ragihandin ku têkoşîna şoreşê berdêlên gelekî giran daye. Şeva bîranînê bi hunera koma muzîkê ya Vardiya dewam kir. Alîgirên Kolektîfa Şoreşger a Fasê û Partîzan li şevê peyivîn û peyama piştgiriya şoreşgerî dan. Leman Sthen jî bi stranên xwe yên ji her zimanî, reng da şevê û strana xwe ya ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla çêkirî, pêşkêş kir.   


BASEL/BRUKSEL