Ji ber qedexe û êrîşên polîsan, hin cenaze jî bi rojan e ku li nexweşxaneyên Mêrdîn û Qoserê hate rawestandin. Cenazeyên Nurhan Kaplan, Sedat Gungor, Mansur Aslan û Şerîf Alper ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, cenazeyê Hasan Dal jî ji Nexweşxaneya Îpekyolu ya Qoserê hatin wergirtin.
Cenazey anîn mizgefta Qada Newrozê. Piştî wecîbeyên olî, darbestên ku bi rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin, li ser milan anîn goristana navçeyê. Bi dehhezaran kesên ku tevlî merasîmê bûn bi dirûşmeyên „PKK gel e gel li vir e“, „Tolhildan“ û „Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan“ ber bi goristanê ve meşiyan.
MÊRDÎN