Li Şirnexê girseya cenazeyên 12 di êrîşên komkujiyê de hatine qetilkirin, girtin, bi sloganan hatin definkirin. Cenazeyên 12 kesên di êrîşênkomkujiyê de hatin qetilkirin ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û depoya hewayê sar a Şaredariya Şirnexê hatin girtin. Girseya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê darbest girtin ser milê xwe, ber bi Goristana Naralo ve dest bi meşê kirin. Di meşê de girse bê navber sloganên, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” avêtin û ber bi goristanê ve bi rê ketin. .
Li Wanê merashima cenaze
Ciwanê bi navê Fuat Akdemir (Gernas Aras) ê li navçeya Artemetana Wanê bi 11 hevalên xwe re ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hat qetilkirin, li Goristana Yenikoyê ya Amedê bi beşdariya hezaran welatiyan ve hat oxirkirin. Di merasîmê de dirûşmên “Tola şehîdên me wê bê girtin” û “Ey şehîd xwîna te li erde namîne” hatin berzkirin. Ligel bi hezaran welatiyan, karkerên şaredariyê, endamên HDP û DBP’ê û nûnerên MEYA-DER’ê beşdarî merasî bûn.
Cenazeyê Şaban Gunay (Serhet Begrewan) ê ku di heman cihî de hat înfazkirin jî li goristana taxa Yenîmahalle ya Wanê ji aliyê ji aliyê deh hezaran kesan ve hat definkirin. Piştî definkirinê birayê Gunay, Engîn Gunay axivî û da zanîn ku birayê wî li hember metîngeriya dewleta tirk li ber xwe daye û di bendeha xayînan de hatiye înfazkirin.
Her wiha ciwanê bi navê Ahmet Ozer jî li navçeya Kolika Semsûrê ji aliyê malbata xwe ve li goristana navçeyê hat definkirin.
Piştî karûbarê otopsî yê cenazeyê Ekrem Mete ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER’ê ve ji Morga Nexweşxaneya Dewletê a Mêrdînê hat girtin. Bi beşdariya parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, rêveberên HDP’ê û BDP’ê yên navçe û bajaran bi kovoyek a wesayîtan cenzeyê Mete anîn Kerboranê. Li goristan ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin û bi yek dengî çerxa şoreşê hatin gotin.
ŞIRNEX/WAN