
Ji bo bîranîna gerîlayên li Dersîm û Şirnexê jiyana xwe ji dest dan, Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan û Navenda Civaka Demokratîk li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê civînek lidar xistin. Malbatên gerîla Gulbahar Gurkan bi nasnav Arîn Xizginos, Gamze Erol bi nasnav Ceylan Bawer, Fatma Yagmûr bi nasnav Tîjda Ekecîk û Semra Elalmış bi nasnav Peyman Kurdistan tevlî civînê bûn. Li ser navê Meclîsa Jinê û malbatên şehîdan Gulten Ûgûrlû, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Bînaz Acar axivîn. Her wiha nûnerên AGÎF, ATÎK, ADHK û SYPK jî ji bo piştgiriyê tevlî civînê bûn.
MANNHEÎM