Li bajarê Silêmaniyê Ciwanên Şoreşger ên Başûrê Kurdistanê, şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn. Çalakî li ber Baxê Giştî pêk hat. Ciwanên Şoreşger li ber Baxê Giştî wêneyên şehîdên meha Gulanê hildan. Ciwanan wekî din li ser pankartan ‘Şehîdên meha Gulanê rêya me ronî dikin’ jî nivîsî û ew pankart rakirin. Ciwanên Şoreşger dilsoziya xwe bi şehîdan re dûbarê kir û biryara mezinkirina têkoşînê îfade kir.

 

SILÊMANÎ/ROJNEWS