Bi sedan welatiyên herêma Şehba û Kantona Efrînê cenazeyê tekoşer Mihemed Welîd Henkûş (Ebû Şadî) ê di berxwedana herêmên Şehba de jiyana xwe ji dest dayî, ji nexweşxaneya Avirîn a Efrînê wergiritin. Girseyê alên Ceyş El-Siwar û wêneyên têkoşeran wergiritin û bê navber slogan gotin, piştî wergiritina cenaze bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Refîq ya li gundê Metîna ya li navçeya Şera ve çûn.
Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir û paşê jî li ser navê Fermandariya Ceyiş El-Siwar Ebsî Taha, li ser navê Rêveberiya Herêmên Şehbayê Eyşê Berketa, Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Herêmên Şehba Îsmaîl Mûsa, Endamê Rêveberiya Asayîşa Herêmên Şehba Nîdal Şêx Ebdo axivîn.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser girîngiya hevgiritina di navbera hemû pêkhateyan de û hate destnîşankirin ku bi hevgiritinê wê riya avakirina Sûriya Demokratîk bi pêş keve.
Piştî axaftinan Endama Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehba Fîdan Ismet nasnameya têkoşer Ebû Şadî xwend û radestî malbata wî kir. Di dawiya merasîmê de girseyê cenazeyê Ebû Şadî bi diruşmeyan spart axê.
Kobanê pakrewanên xwe spartin axê
Li Kobanê jî bi sedan kesî cenazeyên çar tekoşerên bi navê Mustefa Mûsa, Piling Sûr, Zagros Qelqelê û Nîzar Semo yên di berxwedana rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dayî, spartin axê.
Girseya gel bi armanca wergirtina cenazeyên têkoşeran li ber avahiya Saziya Malbatên şehîdan a Kobanê hatin cem hev. Girseyê cenazeyên Endamê Asayîşê Mustefa Mûsa yê di eniya Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dayî, Şervanên YPG’ê Yûsif Elî Piling Sûr, Murad Aşgul (Zagros Qelqelê) ên di eniya rojhilatê Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dayî û Şervanê QSD’ê Nîzar Semo yê di Opersyona Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dayî, wergirtin û birin goristana Şehîd Dicle.
Li vir merasîmê bi rêzgirtina leşkerî destpkê kir û paşê yek ji fermandarên YPG’ê Gulbuhar Qamişlo axivî û got, têkoşerên azadiyê ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda dikin û soz da ku ew ê heta dawî şopdarên riya wan bin û wê li dijî komên çete û hemû êrişkaran li ber xwe bidin.
Piştî axaftinan Endama Saziya Malbata Şehîdan Ronahî Ehmed nasnameya şervanan xwend. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên 4 têkoşeran bi gotina sloganan spartin axê.
KOBANÊ / EFRÎN