Bi sedan şêniyên Dêrikê, Girkê Legê û gundên girêdayî wan cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û Endamekî Asayîşê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dayî, spartin axê. Di merasîma definkirinê de nasnemeya şervanekî din ê YPG`ê hat ragihandin.

Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selîm, Serokê Desteya Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî di nav de bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û Girkê Legê ji bo oxirkirina cenazeyên şervanê YPG’ê Bilind El-Mihemed (Baz Dêrik) û Fatih Korkmaz (Serhed Kirzan) ên di berxwedana Mincibê de jiyana xwe ji dest dayî û cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Cemal Şêxmûs (Çiya Qendîl) ê li Girkê Legê dema erka xwe pêk tanî bi qezayekê jiyana xwe ji dest dayî li ber nexweşxaneya Dêrikê hatin cem hev.

Girseyê bê navber diruşmeyên dilsoziya bi cangoriyan re gotin, piştî wergirtina cenazeyên hersê têkoşeran bi karwanekî tirempêlan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik a Dêrikê ve dan rê. Şêniyên Kampa Newroz di riya karwan de rawestiyan û bi tilîliyan pêşwaziya karwanê şehîdan kir.

Cangoriyan serketin misoger kirin

Li ber goristanê, gel cenaze li ser milan bire nava goristanê. Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîmê bi rêzgirtina leşkerî şervanên YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşê dest pê kir. Paşê Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û sersaxî ji malbatên şervanên jiyana xwe ji dest dayî re xwest û got: “Em pêngavên mezin ber bi serketinê ve davêjin. Serketin bi saya tekoşîna van cangoriyan pêk hatiye. Hemû pêkhate bi hev re bûne yek û bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan rêveberiya xwe ava kirine û niha jî amadekariya federaliya demokratîk têkirin.”

Armanca Tirkiyeyê astengkirina Rojava ye

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm axivî û da zanîn ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe di nava hev de yekîtiya xwe ava kiriye û bi hev re destketiyên mezin misoger kirine. El-Selûm dagirkirina Tirkiyê ya Cerblusê şermezar kir û destnîşan kir ku Tirkiyê bi vê siyaseta xwe dixwaze pêşiyê bigire li pêşketinên li Rojava-Bakurê Sûriyê.

Piştî axaftinan nasnemaya cangoriyan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Di merasîmê de her wiha nasnameya şervanê YPG’ê Bader Ebdî (Têkoşer Dêrik) ê li bakurê Firatê jiyana xwe ji dest daye hat ragihandin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên tekoşeran bi tilîlî û diruşmeyan sparstin axê. 


 ANHA / DÊRIK