Her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê di sala 2013’an de hatin kuştin, bi çalakiyan tên bibîranîn. Siyasetmedarên Kurd ên jin li Ewropa û derveyî welat bi çalakiyan tên bibîr anîn. 

PARÎS: Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatin kuştin, ji aliyê hunermendên TEV-ÇAND’ê ve hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê pêk hat. Bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez, xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, Hevşaredarê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Veysel Keser, nivîskar Fûat Kav, ji nûnerên TJK-E Zozan Serhed, siyasetmedarên Kurd, nûnerên Yekîtiya Jinên Sosyalîst û hunermend Marûf û Suleyman Çarnewa tevlî bûn.

Hozan Marûf, Suleyman Çarnewa, Nûarîn û hunermendên TEV-ÇAND’ê jî hunera xwe pêşkêş kirin.

TORONTO:  Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Toronto yê Kanadayê, her sê jinên şoreşger hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê Komîsyona Ciwanan a Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk ve hate orgnaîzekirin û Komîsyona Jinê daxuyaniyek li vir da. Li dû nîşandana sînevîzyonê û guhdarîkirina li helbestan, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî.

SÎDNEY: Li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, komkujiya Parîsê hate şermezarkirin. Çalakî li ber avahiya Konsolosxaneyê pêk hat û li ser navê komîteya amadekar Suleyman Bîngol axivî. Bîngol da xuyakirin, ku ji bo veşartina kujerên rasteqîn tetîkkêş Omer Guney hatiye kuştin û got, “Gelê Kurd heta ku edalet bi cih bê wê li pey vê dozê be. Eger dewleta Fransayê ne hevparê vî sûcî be, bila kiryarên komkujiyê derxîne holê.”

TORÎNO: Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, li Navenda Çandê ya Mala Gel bi heman armancê merasîmek hate lidarxistin. Di bîranînê de hin beşên pirtûka “Jiyana min her tim şer bû” ya Sakîne Cansiz hat xwendin û li ser navê Komîteya Kurd axaftin hat kirin.

STOCKHOLM: Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û şervanên azadiyê yên di meha Çileye de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.

Di bîranînê de hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe di destpêkê de axivî.

Goktepe bal kişand ser girîngiya şehîdan ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdan û bi giranî li ser komkujiya Parîsê sekinî. Di merasîma bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna her sê jinên şoreşger û Akîf  Yilmaz, Xebat Dêrik û Nûman Amed sînevîzyon hat nîşandan. Li ser navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, PJAK û PYD’ê axaftin hat kirin.

Di merasîma bîranînê de hunermend Evîn Akbaş derket ser dikê û li ser şehîdên şoreşê stran got.

ATÎNA: Şehên Parîsê li paytexta Yewnanîstan Atînayê hatim bîranîn. Civîna bîranînê ya ku li kampa Lavrîonê hate lidarxistin. Li ser navê Komîna Jinan a Lavrîonê Rûşen Dersim axifî û got: “Gelê Kurd û bi taybet Têkoşîna Jina Kurd vê qetlîamê ji bîr nake û şopdarê qetlîamê bin heta ku hêzên li pişt qetlîamê diyar dibin.” Jinan ji bo ronîkirina Qetlîama Parîsê bang li saziyên Navneteweyî kirin.

ÎNNSBRÛCK: Li bajarê Înnsbûrck ê Awûstûryayê, di kesayeta jinên Kurd ên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez de hemû şehîdên meha Çileyê û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku di berxwedana Xwerêveberiyê de ji aliyê çeteyên dewleta TIrk ve hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di bîranînê de sînevîzyon a  têkildarî têkoşîn û şoreşa Cansiz û hevalên wê hatibû amadekirin hate pîşandan. 

ADIGEY: Komkujiya Parîsê li Rûsyayê hate şermezarkirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, her sê şoreşger ên  li Parîse hatin kuştin, bibîr anîn. Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, jinan li Komara Xweser a Adigeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Organîzasyona Jinê ya Bêrîtan Asmîn Kobanê li vir axivî. Kobanê qala têkoşîna her sê şoreşgeran kir û diyar kir, jinan bi pêşeniya di şer û siyasetê de bersiv dane hêzên komkujer. 


NAVENDA NÛÇEYAN