Dozger, maddeya 'Azadiya çapemeniyê" a ku qanûna çapemeniyê de cîh digire bibîranî û piştre, nirxandina "Ancax ewlehiya yekîtiya dewlet û neteweyê tehdît dike..." kir.
Nûçegehanê Ajansa Nûçeya ya Dîcleyê a (DÎHA) Murat Aydin û Cigîrê Şaredariya Kopê Alî Topçu di 20 cotmehê sala 2011'an de di bin navê operasyona "KCK" de hatibûn binçavkirin û hatibûn girtin. Îddîanameya Topçu û Aydin piştî 9 mehan ji aliye Dozgerê Komarê Adem Ugur ve hate amedekirin û ji aliye 3'emîn Dageha Cezaya Giran a Wanê ve hate qabûlkirin. Di îddîanameyê de balkeşê ku nûçeyên Aydin şopandî û di malpera DÎHA de hatine weşandin tu delîl tuneye. Dozger di îddîanameyê de îdîa kir ku nûçeya Aydin a derheqê vekirina Navenda Çand a Mordem "Endamê rêxistinê" û "Nûçeyê provokatîf" çekiriyê. Di îddîanameyê de giredana Aydin a televîzyona Roj'ê û Aydin hevokên spîkera televîzyonê yên wek "Kurdîstan", "Gimgim" erê kiriye wek sûc hate nîşandin.

Li gorî dozger Aydin rastî berevajî kiriye
Di îddîanameya ku hevdîtinên Aydin bi çavkaniyên nûçeyan re kirîn û nûçe wek sûc hatiye qabûl kirin nûçeyên wek hemû çapemeniya neteweyî û navneteweyî şopandin yên wek meşên Newala Qeseba û Amara jî wek sûc hate dîtin. Nûçeyê Aydin ye ku di 12 hezîrana sala 2011'an de polîsan bi guleyên rastî girseya tevlî merasîma cenazeyêk bûyî gulebaran kirî jî wek, "Hate tespîtkirin ku rastî berevajî kiriye, milgirt gezancê rêxistinê kiriye, agahiyên provokatîf weşandiya ." hate nirxandin.  Dozger di dawiya îddîanameyê de maddeya 3'emîn a di Qanûna Çapemeniyê de cih digire a "Çapemeniya azad" nirxandiyê piştre wiha berdewam kiriye "Ancax kesên ewlehiya yekîtiya dewlet û netewê tehdît dike û teşwîq îsyanê dike, agahiyên dewletê yên xef aşkerê dike" derveyê ve maddeyê.
Di îddîanameyê de dozger xebatên Cigîrê Şaredariya Kopê Topçu kirî wek sûc girt dest. Dozger, Topçu ji bo tevlî bûna hinek çalakiyên siyasî bangawazî kiriyê bi sûcê "Endamê rêxistinê" dît. Rûniştina doza Aydin û Topçû yên ku bi "Endamê rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" kirine 18 îlonê li Wanê bê dîtin. 

DÎHA/WAN