Hêjmara çarê ya rojnameya heftane ya bi Kurdî, Xwebûnê derket. Rojnameya bi Kirmanckî û Kurmancî weşanê dike, bi manşeta “Folklora me pişta me ye” derket. Di vê hêjmarê de rojname bi van mijaran daket: Qeyrana aborî û şer, têkiliyên Tirkiye, Rûsya, rewşa Jon Tirkan a îro, astengiyên li pêş Zimanê Kurdî yên bijarte, di sala nû de astengiyên di şerê sêyemîn ê cîhanê de derdikevin pêşberî Kurdan. Rojnameyê di vê hêjmarê de cih da roportaja Zimanzan Bahoz Baran, qunciknivîs Munevver Azîzoglu Bazan, Mehbûbe Seadetmend a ji Kurdên Xorasanê, Berfîn Dicle, Remezan Tunç, Felemez Ulug, Sedat Ulugana û Şener Ozmen. Rojnameya Xwebûnê 21’ê Kanûna 2019’an de dest bi weşana hefteyî kir.
AMED