Hejmara 11’emîn a kovara Rozayê bi naveroka xwe ya têr û tijî derket pêşberî xwendevanan. Kovara Roza ku bi Kurdî û Tirkî derdikeve bi keda xwendakarên zaningehê û girtiyên azadiyê di kovargeriya Kurdî de rêwîtiya xwe didomîne.  

Kovar a ji bo bibe dengê girtiyên siyasî jî li Enqereyê ji aliyê komek xwendekarên Kurd ve bi şîara “Huner lêgerîna heqîqetê ye” dest bi weşana xwe kir, bi pirranî cih dide helbest, gotar û berhemên wêjeyî yên girtiyên siyasî. 
Di hejmara dawîn a Rozayê de hevpeyvîna bi helbestvan Fatma Savci re bi navê “Di civakeke dagirkirî de çalakiya nivîsandinê” balê dikişîne. Her wiha nivîskarê Kurd ê Qefqasya Ezîzê Cewo bi nivîsa xwe ya “Awirekî giştî Ll ser wêje û weşangeriya Kurdî” cihê xwe di vê hejmarê de girtiye.
Her wiha Hogir Berbir bi sernivîsa “Destana Lehengên Bênav” gotarek nivisiye ji bo kovarê. Nivîsên cur bi bur ên girtiyan di vê hejmarê de jî hene. 


ENQERE