Zaman par di 32. Festîvala Filman a Navneteweyî ya Goteborgê de bi filmê “Before Snowfall” xelata mezin a yek milyon kronî stendibû.

“Ji bo qral name” mijara wê li ser komek penaberên ku  ji walatên cuda yên di nav de zarok û kal jî heyîn  hatine Norveçê, gera wan a rojekê ya li paytexta Norwêcê vedibêje. Juriya ku derhênera “Xelata beranê zêrîn” Anna Odell û derhênerê yek û yekê yê Çadê Mahamat Salah Haraoun di nav de ne wiha nirxandin kirin; “Film ji derveyî çandên hene çandên hatin ji birkirin jî digre nava xwe. Bi rastî  mirovan di nava civakeke xwediyê tu axan de beramber dike. Di warê empatîk û xîzkirina portreyê mirovan de filmekî bi ewleye. Di haman demê de di warê figûrên cuda de jî erkeke bi hêz e. Çîrokên cuda li hev civandiye, lewma em spas dikin.” Dîmenên filmê “ Ji bo Qral name” hemû li Norwêcê hatine kişandin.
Filmê “A street in Palermo” (Li Palermoyê rêyek)  ku Eman Dentayî Îtalî jêre derhênerî dikir û filmekî komediye li kolanekî Sicilyayê têdiliya du jinên bawermend û gengaziya wan vedibêje xelata Ingmar Bergman stand. Derhênera Danîmarkayî Anna Eborn bi dokomentera ku li ser hejarî û xwekujiya herî zêde li DYA’ê pêk tê ya li herêma çermsorik lê dijîn South Dakota ya bi navê “Pine Ridge” ku jiyana komek ciwanên ku lê dijîn vedibêje hêjayî Xelata Dokûmantera Bakur hat dîtin. Xelata fîlmê herî baş ê metraj dirêj ê ku bi dengê temaşevanên sînemayê hat diyarkirin, fîlmê Derhênera Danîmarkî Mona Friis Bertheussen bû. Mijar filma wê ya bi navê “Twin sisters” (Du xwişk) li ser du xwişkên ku neçarmayîn li  welatên cuda bijîn bû. Rexnedaran xelata favorîtê dan filmê “Of horses and men” yê Derhênerê Îzlandî Benedik Erlingsson. Cara yekeme Xelata Rûmetê ya Hêviyê, Derhênerek û Hûnermedê Şanoyê yê  Îzlandî Baltazar Kormakur distîne. Filmê Bawke di nava sala 2000 û 2010’an de li Norvewê di nava 2000 filman de di 10 salên dawî de xelata herî baş ya filman qezenc kir.



MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM