5’emîn Civîna Aşîtiya Sûriyeyê ya Cenevreyê di 23’ê Adarê de dest pê dike. Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura, diyar kir ku 5’emîn civîna aştiyê ya Sûriye ku li Cenevre pêk bê wê di 23’ê Adarê de bê lidarxistin. Mistura, piştî civîna 4’emîn a Cenevre bi dawî bû Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbuyî agahdar kir. 
Mistura, anî ziman ku civîna 4’an a Cenevre 9 rojan berdewam kir û tu mucîze derneket. Mistura da zanîn ku ti kes ji masê neqetiya ye û civîn serkeftî bi dawî bûye. Mistura, anî ziman ku di civînek din de dê rêveberiyê, pêvajoya qanûna bingehîn, hilbijartin û têkoşîna bi terorê re niqaş bikin. Destnîşan kir ku dê heta demek din dîsa muzakere bi awayekî ne raste rast bi riya kesên din bê meşandin. Mistura da zanîn ku civîna li paytextê Astana yê Kazakistanê pêk bê dê îhlala agirbestê bigirin dest û ger agirbestek xurt dernekeve dê hevdîtin zerarê bibînin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN