Li paytexta Belçîkayê Brukselê Qirkirina Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîtan hate şermezarkirin. Jinan li meydana Garcentralê çalakî li dar xist.
Di çalakiyê de Hevberdevka Meclîsê Arîfe Soysuren banga hevgirtina bi Êzîdiyan re kir. Polîsan jî bi sedema ‘destûra çalakiyê tine’ nasnameyên çalakvanan qeyd kirin.
Li bajarê Belçîkayê Lîegeê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî 200 kes li meydana Lampertê hatin ba hev û qetlîama Şengalê protesto kirin. Di çalakiyê de banga beşdariya li meşa di 5’ê Tebaxê de jî hate kirin.
DAIŞ fînanse kirin li qirkirinê temaşe kirin
Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê çalakiya bibîranîna Qirkirina Şengalê çêbû. Di çalakiyê de hevserokê NCDK’ê Merdan Kaçmaz diyar kir ku Tirkiye û hin dewletên Ereban fînansoriya çeteyên DAIŞ’ê kir û welatên Yekîtiya Ewrûpayê jî li vî tiştî temaşe kirine. Li meydana Lûîsenplatzê ya çalakiyê belavok hatin belavkirin.
Li bajarê Elmanyayê Dresdenê ji aliyê Meclîsa Jinan a UTA’yê û PYD’ê ji bo Şengalê çalakî hate lidarxistin û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Polîsan mudaxeleyî zarokan kir ên ku li ser tîşortê wan wêneyên Ocalan hebû. Polîsan di heman demê de nasnameya çalakvanan jî qeyd kir.
Erdogan terorîst e DAIŞ qirker e
Qetlîama Şengalê li paytexta Swêsê Stockholmê jî hat protestokirin. Çalakî li meydana Medborgarplatsenê hate lidarxistin û li vê derê daxuyanî hat xwendin.
Li paytexta Îtalyayê Romayê qirkirina Şengalê hat protestokirin. Girse li Pîazza Della Madonna di Loreto civiya û têkildarî qetlîamê daxuyanî da. Di çalakiyê de sloganên “Erdoganê terorîst” û “DAIŞ’a qatil” hatin gotin û belavok hatin belavkirin.
Şengal ne tenê ye
Li bajarê Franseyê Marsîlyayê, Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê ji bo bibîranîna kesên li Şengalê jiyana xwe ji dest dayî, çalakiyek li dar xist. Çalakî li Meydana Vîeûx-Portê hate lidarxistin û tûrîstên li wê derê jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê.
Li bajarê Fransayê Bordeauxê, Fermana Şengalê hat protestokirin. Girse li meydana Victoriayê hatin gel hev û sloganên ji bo piştgiriya Şengalê gotin. Di çalakiyê de şanoyeke kurt a li ser jinên Şengalê jî hate pêşandan.
Li paytexta Franseyê Parîsê jî Fermana Şengalê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê (TJK-F) hat şermezarkirin. Li Meydana Chatelet Les Hallesê ji bo şehîdên Kurdistanê û fermanê rêz hat girtin.
Di çalakiyê de endama TJK-F’ê Jiyan Ege, Seroka Komeleya Piştgiriya Kurdistaniyên Fransa Sylvie Jani, Seroka Komeleya Êzîdî ya Fransa Hemîn Shaan, Hevseroka Komeleya Ermenî yên Fransa Aro Tornaîan, Nûnera Saziya Alîkariya Mirovî ya Fransa Elîse Boghassîan û Nûnera Yekîtiya Jinên Sosyalîs têkildarî fermanê peyivîn.
Di axaftinan de rola PDK’ê ya ku rê li ber qirkirina Êzîdiyan vekir, derket pêş û li dijî qirkirina jinê behsa girîngiya xwerêveberiyê û xweparastinê hate kirin.
Di çalakiyê de peyamên “Bijî xweseriya Şengalê, bijî YJŞ, bijî berxwedana YBŞ’ê” hatin dayîn. Çalakî piştî nîşandana koma şano ya Compagnie Bien a vous, Armanc Kerboranî ya li ser Qetlîama Êzîdiyan û bi şûn ve, bi dawî bû.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN