Konsolosa Îranê li bajarê Necefê cara duyemîn ji aliyê xwepêşanderên Iraqê ve hate şewitandin. Piştî vê, fermandariya operasyona Firat û fermandariya polîsên Necefê bang li hêzên dewletê kir da ku di amadekariyê de bin.
Xwepêşandanên li Iraqê tevî îstifakirina serokwezîrê Iraqê jî dom dikin. Xwepêşandêran cara dûyemîn li Necefê konsolosa Îranê şewitandin. Piştî vê yekê fermandariya operasyona Firat û fermandariya polîsên Necef banga amadekariyê li hêzên dewletê kirin.
Herwiha waliyê Necefê jî bang li hikumeta federal kir da ku bi bi lez ji bo rawestandina xwînrijînê dest bi kar bikin û li ser vê bûyerê lêkolînê bidin destpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN