AŞTÎ EHMED/ROJNEWS/ ÇEMÇEMAL
Ji bo yekgirtina Kurdan û Kongreye Neteweyî ya Kurd pêk were ev demek dirêj e ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê(KNK) di nav hewldanan de ye. Herî dawî li Silêmanî ji bo pêkanîna van xebatan KNK li gel delegeyên ji gelemperiya Kurdistanê şêwirî bû. Têkildarî van xebatan parlamenterê Yekgirtûya Îslamî li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebubekri Heledinî axivî: “Ya rast ew e ku hêzên nîştimanî yên Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya hevdû bikin. Ji ber ku me yek çarenûs heye û dijminên me jî hevbeş e. Yek ji karên girîng ên niha, hevdû fêhmkirin û piştigirîdayîna parçeyên din ên Kurdistanê ye. Ji ber ku em dikarin bi hevre alîkariya hevdû bikin û pirsgirêkên hevdû kêm bikin.”
Heledinî anî ziman ku divê her Kurdek bi deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê şanaz be û wiha pê de çû: “Divê piştgiriya Başûr ji bo Rojava û ya Rojava ji bo Başûr di dema pêş de di asteke mezin de be.”
Ziyan pêşî digihe gelê Kurd
Heledinî balkişand ser girtina Deriyê Sêmelka li ser Rojava û anî ziman ku ew armanceke hizbî ye û ti têkiliya xwe bi berjewendiyên gelê Başûrê Kurdistanê re nîne. Ebubekir Heledinî di dawiya axaftina xwe de îşaret bi gotinên Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl kir û got: “Em spasiya daxuyaniya TEV-DEM’ê ya li ser girtina deriyê Sêmelka dikin. Ew rolê rast ên Kurdîtiyê ne ku parçeyên Kurdistanê hemû hevkar û alîkarê hevdû bin. Ji ber ku di dema rûdana her bûyerekê de zerarmendê yekem gelê me ye.”