Rahmanî da xuyakirin ku sîstema
demokratîk, wekheviya jin û mêr û demokrasiya li Rojava, li ti welatê
Rojhliata Navîn nîne û got, "Li wir bi tenê Kurd nînin. Xiristiyan,
Tirkmen, Ereb hene. Ev hemû bi Kurdan re di nava biratiyê de dijîn."
Rahmanî bibîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê ev 3 sal in êrîşî Rojava dikin û anî ziman ku bi çekên ji Mûsilê wergirtin re fikirîn ku wê bi hêsanî Kurdistanê dagir bikin. Rahmanî bibîr xist ku êrîşên li hemberî Kobanê di 15'ê Îlonê de destpê kiriye û got, "Kurd li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin û DYA bi rastî jî DAIŞ'ê bombebaran nake. Sedema vê yekê jî ew e ku li dijî rêxistinbûyîneke demokratîk a li Kurdistana Sûriyeyê ne. Ne tenê DAIŞ, DYA, Erebîstana Siûdî, Tirkiye û hemû welatên li herêmê li dijî rêveberiya demokratîk a li Rojava derdikevin."
Rahmanî da xuyakirin ku sîstema demokratîk, wekheviya jin û mêr û demokrasiya li Rojava, li ti welatê Rojhliata Navîn nîne û got, "Li wir bi tenê Kurd nînin. Xiristiyan, Tirkmen, Ereb hene. Ev hemû bi Kurdan re di nava biratiyê de dijîn. Lewma li dij derdikevin."
Rahmanî bal kişand ser dijberiya dewleta Tirk a li rêxistinbûyîna demokratîk a li Rojava û da zanîn ku Tirkiye ditirse ev rêxistinbûyîna demokratîk bandorê li Kurdistana Tirkiyeyê û Iraqê bike, Kurdên li wan deveran jî heman daxwazê bikin.
Ji bo Rojhilatê Kurdistanê model e
Serokê Kulûba PEN a Îranê Rahmanî da zanîn ku Îran jî li dijî vê sîstemê ye û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Ji ber ku Îran destekê dide Esad û Kurd jî li dijî rejîma Esad in, vê avabûna li Rojava naxwazin. Her wiha modela li vir dikare ji bo Kurdên li Kurdistana Îranê jî bibe model. Rêxistinbûyîna li Rojava bandor li Kurdên li Kurdistana Îranê jî kir. Ev yek tê wateya xurtbûyîna PKK'ê. Dewleta Tirk vê naxwaze."
Rahmanî diyar kir ku dewleta Tirk ji ber vê yekê sînor digire û alîkariya ji bo Kobanê asteng dike, her wiha rê li DAIŞ'iyan vedike ku biçin Kobanê.
Rahmanî da zanîn ku Kurd li dijî DIAŞ'iyên bi tank û topan bi çekên sivik li ber xwe didin û got, "Hemû cîhan li rewşê temaşe dike û li benda têkçûna Kobanê ye. Eger Kobanê têk neçe û Kurd DAIŞ'ê têk bibe, ev yek wê ji bo hemû rêxistinên li dijî welatên herêmê, partiyên Kurd û gelan bibe destek û moraleke mezin."
Serokê PEN a Îranê Rahmanî da xuyakirin ku pêşeroja Kobanê wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike û ji gelên Rojhilata Navîn re bibe çavkaniya îlhamê.
Rahmanî got, "Ji Îranê ciwanên Kurd, Azerî û Îranî ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin çûn Kobanê û çar ji van jiyana xwe ji dest dan."
MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM