Çarenûsa hevpar a kelehekê û împaretoriyekê
Kelehek dikare serpêhatiya rabûn û ketina împeretoriyekê bibêje. Keleha Çarveretsê ya li Buxaristanê jî keleheke welê ye. Beşa mezin a vê kelehê îro xirbe ye, lê ew destpêka împeretoriyeke Bulxar e. Li gorî hizra belav a zanyarên dîrokê, Bulxar paşiyên miletekî koçer bûne û di sedsala 8’an de ketine nav erdên Balkanan. Wan pêşî kariye gelek êrişên Bîzansê bişikînin, lê di warê çandî de tesîreke mezin a Bîzansê li wan bû û di encamê de ew bûn Xirîstiyan.
Sala 1204’an Xaçperestan Bîzans dagir kir. Vê jî destûr da ku Bulxar tesîra xwe fireh bikin. Sala 1205’an wan Xaçperest şikandin û Împaretorê Roman Baldwinê 1’ê jî êsîr kir. Ha ew împaretorê êsîr birin keleha Çarveretsê û ew li wir mir. Di vê sedsalê de wê împaretoriya Bulxar sînorên xwe bigihanda Adriyatîkê. Pê re jî Keleha Çarveretsê mezin bû, qesr, manastir û avahiyên din ava kirin. Stîla wan a Tarnovo ye, ev stîla hanê hingê li temamê başûrrojhilatê Ewrûpayê belav bû. Çarverets jî navenda vê Împaretoriya Bulxar bû, dilê wê yê îdarî, çandî û dînî bû. Derba pêşî Moxolan li împaretoriyê xist û ew lawaz kirin. Di dema talanê de sala 1393’yan pirraniya Kelehê tevî qesr, dêr û manstiran bi temamî şewitî. Piştre jî Osmaniyan ev welat dagir kir û dawî li împaretoriyê anî. Çarenûsa kelehê jî weke ya împaretoriyê bû, bi pirranî veguherî xirbeyekê. NAVENDA NÛÇEYAN