Hewreman diyar kir ku ev şert û mercên îro li Tirkiyê tê jiyîn mixabin encama netewperestiya Tirkane ku nêzîkî 80’ê sale berdewam dike ye û wiha got: “Çima zimanê Tirkî heye yê Kurdî tune ye. Ger ku Tirkiye riya demokrasiyê nepejirîne wê dawiya wê bibe wêkî Seddam.”
Rewşenbîr Hejar Hewreman ku li başûrê Kurdistanê dijî û li wir xebatên xwe dimeşîne der barê polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd tê meşandin nêrînê xwe ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re vegot. Hewreman diyar kir ku ji ber tu Tirkiye li ser çareserekirina pirsgirêka Kurd de tu gavan navêje gelê Kurd li hemberî vê yekê ketiye nava berxwedanê û wiha got: “Ez dibêjim eger pirsgirêka Kurd bi riyên demokrasi û aştiyane çareser nebe, mafê gelê Kurd neyê dayîn, wê bibe sedemê şerek gelek mezin û tirsnak. Hêvîdar im ku desthilatdarên dewleta Tirk prensîbên mafê mirovan û demokrasî bi hemû aliyên demokrasiyê ve bi cih bînin.”
Hewreman destnîşan kir ku çawa zimanê Tirkî wek ziman tê hisapkirin, divê zimanê Kurdî wek ziman bê hesapkirin û wiha berdewam kir: “Hemû zimanzan di aliyê ku zimanê Kurdî ji yê Tirkî kevntir e de wek hev difikirin. Çima zimanê me nebe, bes yê Tirkî hebe. Pirsgirêk ji vê derê diqewime. Dewleta Tirk dixwaze bi riya ziman desthilatdariyê têxe destê xwe. Kurd jî vê yekê napejirînin, pêvajo jî vê nêzîkatî û politîkayê napejirîne. Heke Tirkiye riya demokrasiyê nepejirîne û dawiya wê bibe wekî Seddam û gelek kesê wekî wan.”
Hewreman got ku eger hikûmeta AKPê bawerî wê bi demokrasi heye divê kesek ji ber raman û fikrên xwe yên siyasî neyên girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pir aşkera ye ku li welatekî hêjmara girtiyên siyasî çiqas zêde be berovajiyê wê demokrasiya wî welatî jî ewqas lewaze. Niha rêxistinên navnetewî didin diyarkirin û Tirkiye di aliyê girtina siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîran de dewletên wekî Çîn û Îran’ê li pey xwe hiştiye. Ev ji bo Tirkiyeyê rûreşiyeke.”
HEWLÊR