Li bajarê Fransayê Strasbourgê li ber avahiya Konseya Ewrûpayê (KE) Nobeta Azadî ji Ocalan re ev bû 8 sal dewam dike. Her hefte komeke cihê ya ji bajarekî cihê yê Ewrûpayê nobetê dewr digire. Di hefteya 396´an de koma ji bajarê Elmanyayê Freiburgê dewr girt. Ev kom ji jinan pêk tê. Li ser navê komê Leyla Topaz, daxuyanî da, û helwêsta KE û Rêxistina wê ya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ya ku “destekê dide” dewleta Tirk rexne kir. Wê got, tecrîd li dijî temamê miletê Kurd e û bi tecrîdê re şerê topyekûn ê li dijî miletê Kurd jî girantir bûye.
Leyla Topaz got, yekane çareserî ew e ku miletê Kurd li dora Ocalan bibe yek: “Heger Kurd û demokrat dixwazin Tirkiye demokratîk bibe, divê zanibin ku Rêberî divê azad bibe.” Leyla Topaz wekî din bang li Kurdên li Dîasporayê kir da ku xwedî li çalakiyan derkevin.
Nobeta ji Ocalan re Azadî bi şîara Azadî ji Rêber Apo re 25´ê Hezîrana 2012’an dest pê kiripû. Heta roja îro bêhtirî 2 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn û ev çalakî di nava yên Kurdan de ya herî dirêj a bênavber e.
BARIŞ BALSEÇER/STRASBOURG