Parlamentera Rihayê ya HDP’ê Dîlek Ocalan der barê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan axivî û got, “AKP li dijî berxwedan û têkoşîna Îmraliyê şer ragihand. Çi zû yan jî dereng wê çareserî bi rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.”
Parlemantera HDP´ê Dîlek Ocalan ku di heman demê de xwarziya Ocalan e, destnîşan kir ku tecrîd di şexsê Ocalan de li ser gelê Kurd û hemû gelên bindest tê ferzkirin û got, lazim e azadî jî bi vî rengî bê dîtin.
‘AKP´ê li dijî têkoşîna Îmraliyê şer ragihand’
Ocalan îşaret bi tecrîda bi salan kir, û got, ev nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê di pirsgirêka Kurd de alîgirê çaresernekirinê ye. Ocalan wiha dewam kir: “Hikûmet, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, giranî daye ser bêbandorkirina Rêberê Gelê Kurd û tinekirina gelê Kurd. Desthilatdariya AKP’ê li dijî berxwedan û têkoşîna li Îmraliyê şer ragihand û ev şer li wir nehişt, li tevahiya welêt belav kir. Bi vî rengî malên welatiyan şewitandin, xera kirin, bombe li bajaran barandin û kuştina sivîlan zêde kir.”
Bê Ocalan çareserî nabe
Dîlek Ocalan her wiha diyar kir ku zû yan dereng wê dawiya dawî çareserî bi rêya Ocalan pêk were û wiha pêde çû: “Pirsgirêka Kurd êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, bi pêşengiya TJA’yê karek bi şiyara ‘Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve’ dest pê kiriye. Dengê dirûşmên ji bo azadiya Ocalan li Tirkiye û Ewrûpayê roj bi roj bilindtir dibe. Heta ku Birêz Ocalan azad bibe em ê li meydanan bin.”
ENQERE