Nûnerê PYD’ê yê li Fransayê Xalit Îsa derbarê hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de got ku ew di projeya Destûra Bingehîn a amade kirine de dibêjin ‘Otonomiya Çandî ya Kurdî’ lê wan jî gotiye ev tişt têrê nake û Projeya Federalîzma Demokratîk a ku Xweseriya Demoratîk pêşkêşî wan kirine.

Xalit Îsa destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di destpêkê de behsa Astana ji wan re kiriye û beşek mezin a nîqaşê wan li ser wê Destûr Bingehîn çêbûye. Xalid derbarê hevdîtina pêk hatî de e agahî dan:” Ew projeya ku wan pêşniyar kiriye, hat nîqaşkirin. Beşa mezin a axaftina Lavrov li ser vê mijarê bû. Paşê, piştî ku ew ji civînê derket, Cîgirê Wezîr û Nûnerê Serokdewletê Rûsyayê Birêz Bagdanov û çend berpirsyarên din, me bi wan re jî nîqaş kir. Hem li ser vê Destûra Bingehîn, hem jî amadekariyên ji bo Cenevre ya 4’an her kesî nêrînên xwe anîn ser ziman.”

Bi xwe gotin bê nûnerên gelê Kurd aşitî pêk nayê

Îsa da zanîn rayedarên Rûsya bi xwe gotine bêyî Xweseriya Demokratîk, bêyî nûnerên gelê Kurd, bi taybetî PYD, aştî pêk nayê û wiha pê de çû:”Ji ber vê yekê, gava ku me dît nûnerên hinek bi navê opozîsyonê behs dikin, yên ku kurtilxurên dewleta Tirk in, gava ku dîtin Xweseriya Demokratîk li vê derê amade ye, ew jî nehat. Hatta kurtilxurekî Kurd jî vîze girtibû, bes nas kir ku Xweseriya Demokratîk li civîna Moskowayê amade dibe xwe jê kişand. Ji ber ku kesên ku kurtêlan didin wî jê re gotin, ‘nabe tu biçe’.”

Gelek kêmasiyên wê hene

Nûnerê PYD’ê yê li Fransayê Xalit Îsa di projeya Destûra Bingehîn a amade kirine de dibêjin ‘Otonomiya Çandî ya Kurdî’ lê wan gotiye, ev tişt têrê nake û wiha behsa axavtinê kir: ”Me got, du tiştên baş hene ku bila navê komarê nebe Komara Erebî ya Sûrî be, Komara Sûrî be. Dibêje bila navê diyanetekê tenê di nav de tine be, ji ber ku pir diyanet e. Me got, ev xal erênî ne, lê gelek kêmasiyên wê hene. Yanî ev meseleya ku bes dibêjin otonomiya çandî ji bo gelê Kurd, ev têrê nake. Hata zagonên berî vê jî hîn pêşketîtir bû ji aliyê federalîzmê ve. Me ji wan re behsa zagona 1920’an kir, bê çawa wê çaxê federal, Sûriyeyeke federal datanînin. Me behs kir, ku zagona 1973’an ku çawa dibêje ‘Komelên gelêrî di herêman de’. Me behs kir, me got ‘Ê me projeya me heye. Projeya we têrê nake. Projeya Federalîzma Demokratîk a ku Xweseriya Demoratîk pêşkêş kiriye, ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê pêşkêş kiriye, em wê rast dibînin’. Helbet gotin, em ê bi hev du re di nava têkiliyê de bin.” 

Alikarî ji wan xwestin 

Her wiha Îsa da xuyakirin ku zanebûna Rûs û kesên ku amade bûn di warê zagoniyê de kêm bû û jii wan xwestin ku ew alîkariya wan bikin û wiha peyivî: “Me jî got, em amade ne alîkariya we bikin di vî awayî de. Lê projeya me, ji ber ku em pir lêkolîn kiriye, em dibînin hem li gorî heqîqeta Sûriyeyê jî, piraniya wê pir milet in, pir ol û mezheb in. Û ya din jî ji bo bi rengekî demokratîk ku gel karibe xwe bi rê ve bibe û beşdarî desthilata navendî bibe. Encax ew projeya me pêk bê. Ev jî, bû weke sê salan li gorî van prensîban, em herêmeke zêdetirî ji serê sedî 20 ji herêma Sûriyeyê bi rê ve dibin. Niha li wê derê baş bi rê ve diçe. Hem aştî û aramî heye di nava hemû miletên Bakurê Sûriyeyê de, hem di nava hemû mezheban de. Ya din jî karîbû xwe biparêze li dijî çete û li dijî dijminan. Ji ber vê yekê, ku em dibe bibe nimûneyek baş ji bo hemû Sûriyeyê. Me ev yek dan wan û hemû beşên mûxalefetê. Me di ber projeya xwe de mudafa kir, ji ber ku em pê qanih in ev proje wê karibe Sûriyeyeke yekgirtî, jiyana bi hev re ya bi biratî a miletên Sûriyeyê bafirîne. Hem jî bi vê yekê re wê Sûriye weke cihekî bi rûmet di nava Rojhilata Navîn de be.” 


Tevî PYD’ê 14 hêz tevlî civînê bûn

Heyeta Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hêzên din ên muxalif ên Sûriyê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov doh hatin cem hev. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî hevdîtinên li Astanayê, hin komên mûxalîf vexwend Moskowayê. Ev civîna bi mûxalîfên li Sûriyeyê re hate lidarxistin, qediya. Tevî PYD’ê, bi qasî 14 hêz tevlî civînê bûn. Piştî civînê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova civîna heftane ya çapemeniyê lidar xist û li ser naveroka civînê daxuyaniyeke kurt da.

Zaharova li ser pêşnûme destûra bingehîn a Sûriyeyê ya ji aliyê Rûsyayê ve hatiye amadekirin axivî û got, “Em ne şertên çareseriya krîza li welêt, ne jî destûra bingehîn li ser Sûriyeyiyan ferz dikin.”

Hêzên mûxalîf wê paşê jî bi Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ê ji Welatên Afrîka û Rojhilata Navîn Berpirsyar Mîkaîl Bangdanov re rûniştin. 



ANF/MOSKOVA