Karaman, ev du sale di bin navê Enstîtuyê mamostetiyê dike û tîne ziman ku kursên wan ê zimanê Kurdî, li gorê xwestin û serlêdana sazî û kesan li her derê li dar dixin. Karaman, da zanîn ku piraniya xwendavanan ji kesên ku zimanê xwe ji bîr kirine û ên ku qet hîn nebûne pek tên û wiha got: "Em hatin li vê derê axivîn û me bernamekê çêkir, pişt re jî me dest bi kûrsa xwe kir. Kesên ku tên kûrsê li metropolan û li durê welatê xwe mezin bûne. Kesên ku ziman hînbûne jî, baş nizanîn biaxivin û binivisînin. Piraniya xwendavanên me ji van pêk tên."
Karaman, bal kişand ser xwendevanên ku ne Kurd in û wiha axivî: "Kesên ku tên kûrsê bi piranî Kurd in, lê belê din nav wan de ên ne Kurd jî hene. Ev pola ku me li Kadikoyê ava kiriye, di nav de çar hevalên tîrk û çerkes jî hene. Dema ku hevalên me yên ku ne Kurd in tevlî kûrsê dibin û dixwazin zimanê Kurdî hîn bibin em pir pê şad dibin. Karaman, balkişand ser nîqaşa zimanê Kurdî bibe zimanê hilbijartî û wiha dewam kir, " Ez kurmanc im, biçim dibistanê zimanê xwe di nava hefteyek tenê saetek bibînim ev ne têr e. Ji bo hînbûnê, ji bo ziman naskirin, ji bo pêşketinê ev ne bes e. Em dibejin bila zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê ku em matematîkê jî bistînin û em dixwazin ji destpêkê heta dawiyê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Çareserî perwerdehiya zimanê Kurdî ye."
Xwendevanê bi navê Yakup Kalkan jî anî ziman ku ji ber ku zimanê Kurdî zimanê wî yê zikmakî ye dest bi kursê kiriye. Kalkan, di dewama axaftina xwe da diyar kir ku zimanê Kurdî nebûye zimanê perwerdehiyê ji ber wê jî alternatîfek ji xwe re avakirine. Ji ber ku nebûye zimanê perwerdehiyê ji ber wî me jî ji xwe re alternatîfek vekiriye. Zimanê Kurdî kevnar û pir dîrokî ye, ji bo ku neye wendakirin hewceye ku zarokên me hînbin û bikar bînin." Kalkan di dawiya axaftina xwe da pergala dewletê nirxand û got: " Pergal vî tiştî napejirîne, dibeje ez zimanê we nadim, lê belê em ê jî wek başûr û rojava dibistanên xwe ava bikin û di van dibistanan de perwerdehiya xwe bikin. Kesê ku zimanê xwe wenda bike dîrok û xwe jî wenda dike. Ji bo em neyên wenda kirin zimanê Kurdî pêwîst e."
STENBOL