
Hevserokê MGRK’ê Ehmed da zanîn ku ger civîna Cenevre-2 li ser xalên civîna Cenev-1 bin wê rejîma Sûriyê desthilatiya xwe parve neke û wiha gotinê domand: “Rejîma Sûriyê di rewşek wiha deye ku deshilatiyê bi mûxlefeta Sûriyeyê re par bike. Armanca Cenevre-2 ewe ku hikûmetek demî ava bike. Yanî di Cenevre-2 de tê gotin sibêroja Sûriyê neyê nîqaşkirin. Ger di encama civînê de hikûmetek demî bê avakirin, wê di nava wê hikûmetê de sibêroja Sûriyê û çawatiya bê nîqaş kirin. Di baweriya me de rejîma Sûriyê di demek wiha de amade nîne desthilatiya xwe par bike û opozîsyona Sûriyê ku di demek herî lewaz deye hikûmetek demî ava bike. Ji aliyekî din jî şertê yekemîn ê mûxalefeta Sûriyeyê ji bo beşdarbûna Cenevre-2 diyar dike ew e ku divê Beşar Esad dest ji desthilatdariyê berde. Di vê rewşê de ev yek weke xewnekê ye.”
‘Muxalefet ji nûnertiyê dûr e’
Ehmed bal kişand ser rewşa heyî ya mûxalefeta Sûriyeyê û got, “Bi nêrîna me kesên îro di nava mûxalefeta Sûriyeyê de cih digirin, nikarin nûnertiya gelên Sûriyê bikin. Pirsgirêka Sûriyê bi rûniştina wan hêzên ku hebûna wan li Sûriyeyê tineye nayê çareser kirin. Hêzên dixwazin pirsgirêka Sûriyê çareser bikin, divê bi hêzên ku îro li Sûriyeyê hene û nûnertiya gel dikin, rûnên.”
‘Hêzên radîkal ne alternatîf in’
Hevserokê MGRK’ê Ebdilselam Ehmed destnîşan kir ku hêzên radîkal îro di bin siya Koalîsyona Sûriyeyê de cih digirin û ne alternatîfa rejîma Sûriyeyê ne. Ehmed axaftina xwe wiha berdewam kir “Di destpêka şoreşa Sûriyeyê de bi rastî hêzek demokratîk a gel hebû, daxwaza guhertinê dikir. Lê niha kesên xwe wek alternatîfê rejîma Sûriyeyê didin diyar kirin, yên wek DAIŞ, Cepha Îslamî, Artêşa Azad (ku hebûna wê nemaye) yên di bin siya Koalîsyona Sûriyê dene, nikarin bibin alternatîfa rejîma Sûriyê. Ji aliyekî din ve daxwaza gelên Sûriyê û yên wan hêzên DAIŞ, Eniya Îslamî pirr cûda ne. Gelê Sûriyeyê azadî, demokrasî û wekheviyê dixwaze, lê ew hêzên mijara gotinê deshilatiyê dixwazin.”
‘Neçarin Kurdan qebûl bikin’
Ehmed da zanîn ku gelê herî nûnertiya rastiya Sûriyeyê dike Kurd in û hêzên navneteweyî neçarin desketiyên Kurdan bipejirînin. Ehmed di vê mijarê de wiha peyivî: “Em jî wek Kurd di pirsgirêka Sûriyeyê de heman siyasetê dimeşînin û xwe wek aliyê sêyemîn didin nîşandan. Niha di gelek waran de em dixwazin ji hêzên navneteweyî bêjin ku ger hûn bixwazin Sûriyê demokrat û federal bê sazkirin, wê bê Kurdan nebe. Ji ber wê jî bêyî beşdarbûna Kurdan wek şandek serbixwe, tu çareserî li Sûriyê pêk nayê. Hêzên Cenevre-2 lidar dixin neçarin guhertinên li ser erdê pêk hatine bibînin û li gora wê siyaseta xwe diyar bikin. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha jiyan hevbeş û yekîtiya gelan sîstemek ava kiriye. Niha herêmê birêve dibe û herêmên xwe diparêze. Li ser pelan çi bê nivisandin jî, ev hêzên navneteweyî dive rastiya gelê Kurd bibîne. Neçarin van desketiyên Kurdan ên heyî qebûl bikin. Lê dîsa gog li qada Kurdan de ye, Kurd yek deng bin ku herî dawî di civînê li Hewlêrê peymanek me hebû. Kurd xebat bikin ku bi şandek serbixwe beşdarî Cenevre-2 bidin. Ger Kurd wek şandek serbixwe beşdarî Cenevre-2 nebin, dive Kurd Cenevre-2 boykot bikin. “
ANF/QAMIŞLO