Bi çûna 2. şandeya BDPê, di dîroka Komara Tirkiyê de duyemîn gava dîrokî hate avêtin. Gava yekemîn, çûna Mustafa Kemal ya Samsunê û pêkhatina Konferansa Ezeromê bû. Di dema ku Konferansa Ezeromê hate lidarxistin de, heyeta Emerîka jî, ya Ingilîstanê jî li Ezeromê bû.
Yanî Emerîka û Ingilîstan di polîtîqeya herêmê de rola xwe dilîstin.
Gava duyemîn ya dîroka Komara Tirkiyê, çûna 2. şandeya BDPê ya Imralî ye. Hemberî ku konferansek mîna ya Ezeromê ne hatiye lidarxistin, Emerîka û NATO li Enqerê û Tirkiyê ne. Di dizaynkirina herêmê û çareser kirina pirsgirêka Kurd de, dibin cilê de be jî, rola xwe dilîzin. “Mudaxîl” in.
Bi hewldanên Birêz Ocalan, hêviyek derketiye holê; hêvî ew e ku dewleta AKPê vê firseta dîrokî winda neke.
Birêz Ocalan 3 mesajên giring dan. Mesajek ji bo dewleta AKPê bû. Mesajek ji bo Haraketa Azadiya Kurd bû. Mesajek jî ji bo medya Tirk bû. Li gorî min ya herî giring jî mesaja ji bo medya Tirk bû. Ji ber ku medya Tirk, di 30 salên şer de, nebû vijdanê civakê. Bû berdevkê şerê taybet û qirêj, bu amûrê destê polîtîqeya inkar û tunekirinê.
Hemberî ku tê gotin, di mijara çareseriyê de kesê xwedî bandor Erdogan e; li gorî min medya Tirk jî biqasî Erdogan xwedî bandor e. Di mijara komkujiya Parîsê de, di bûyerên li Sînopê û Samsunê de jî, medya Tirk, bi kopalê kevin, li dahola kevin da û bi koroya klasîk, dengê klasîk derxist. Her dem bi îdeolojî û disîplînekirina “yek deng, yek ziman, yek netew û yek ol” haraket kir.
Medya, ji aliyekî ve êrîşkeriyên “komploksa nobranî” destek dike, ji aliyê din ve, zext û zora û dek û dolab û inkara kîna faşîzan xwedî dike. Bi vê mebestê Birêz Ocalan, bi silavên dilsozî bang li medya Tirk kir ku helwesta xwe biguhere û destekê bide pêvajoyê.
Mijara dîlên di destên dewletê de giring in. Ji ber ku îradeya gel hatiye xesp kirin û li dijî gelê Kurd, operasyonên antî-huquqî û antî-exlakî hatin lidarxistin. Hîna jî ev operasyon berdewam dikin. Balkêş e, piştî mesaja Birêz Ocalan ya dîlên di destê her du basikan de, medya Tirk dîlên di destên Haraketa Azadiya Kurd de derxistin pêş. Qet, behsa dîlên di destên dewletê de nekirin. Ev jî “kompleksa nobranî” ye û parçeyek ji êrîşkeriya kîndarî û faşîzan e. Ne dilsozî!...
Di vê pêvajoyê de: Piştî Sînop û Samsunê, li Hatay jî li dijî BDPê êrîşek faşîzan hate lidarxistin. Êrîşên faşîzan, bi gotina “ez netewparêziyan teva dikime bin lingên xwe” nayên rawestandin. Pêwiste Erdogan, kompleksa nobran terk bike, vekirî û zelal li dijî êrîşên faşîzan derbikeve. Erdoganê ku zarok ciwan û jinên Kurd li Amedê hedef nîşan dan, pêwiste, li dijî çeteyên faşîst dengê xwe bilind bike.
Eger Erdogan bi hiş û ramanê xwe, bi dil û hestên xwe re ne dinava aştiyê de be; gelo komên çete û kontra wê çawa bi xwe û hestên xwe re dinava aştiyê de haraket bikin? Eger Erdogan, di êrîşên faşîzan de xwe berpirsiyar nebîne û dijberiya xwe nîşan nake; wê bibe pêşengê stratejiya şovenîzma faşîzan. Ev jî faşîzma herî metirsînî ye û bi paradoksa netewparêziya Îttîhadî tê xwedî kirin. Eger Erdogan di vê mijarê de dengê xwe bilind neke; weke Cengizxan, weke Mussolînî, weke Hîtler, ew jî, kontra û çeteyan wek hêza veşartî li ber destên xwe dihêle. Eger wilo haraket bike, ev tê wateya ku Erdogan, çete û kontra ji bo armanc û polîtîqeya veşartî, rola “zirxê lewendî” diparêze û xwedî dike. Diktatorên cîhanê teva, hêzên bi vî rengî xwedî kirine.
Cengîzxan ev hêz ji bo tunekirinê; Mussolînî û Hîtler ev hêz ji bo tirsandinê, piştre ji bo tunekirinê bi kar anîn. Di vê demê de, çete û kontrayên dibin parastina polîsên AKPê de haraket dikin, ji bo çavtirsandinê têne bikaranîn, sibe dusibe kîjan rolê digirine ser milên xwe ne diyar e. Hîna kulma li Ahmed Turk ket, wek demxeya reş li pêçavê Erdogan e. Mînaka Serêkaniyê li ber çavan e!..
Mixabin, Erdogan û zadeganên li dora wî, heta weke îro, bi nasnameyek siyasî û kulturî (ji bilî netewparêziya dewşîrmetiya faşîzan) haraket nekirine. Her dem û di her bûyerê de, nasnameya wan ya înkar û tunekirinê derketiye pêş. Di gotinên Hakan Şukur, ku got, “ez ne Tirk im, Arnawut im,” Erdogan, bi kopleksa nobran haraket kir, ew û dewşirme Mehmed Akîf kirin yek kefika mîzênê.
Kurd guhertinê dixwazin, di vê guhertinê de, siyaseta li ser bingeha kulturê, li ser bingeha demokrasî heye. Pêwiste Erdogan pirtûkên Birêz Abdullah Ocalan, ne bi devê stratejisyenên ku ji bo payeberziya prof.tiyê kar dikin, ew bi xwe bixwîne. Hingî wê dikaribe xwe jî, gelê Tirk jî, ji “kompleksa nobran” xelas bike.
Nobran: Goptinek Kurdî û Farisî ye. Ne ji dilbûn, dijwar, sergerde, belakir, serserî û sewtelî.
Çareserî yan jî kompleksa Nobran!...
Hemberî ku hevdîtinên li Imralî dest pê kirine, tecrîd berdewam dike. Di vê pêvajoya ku duyemîn şandeya BDPê çû Îmralî, pêwiste AKPe destê xwe deynê ser dilê xwe û, şertên Birêz Ocalan bîne cih.