Li ser vê kêşeya nava Malikî û Kurdan de ji rêveberên Hemwelatiyên Azad yên li herêma Federal a başûrê Kurdistanê Dr. Bekir Mecît û endamê PÇDK’ê Ebdulwehab Ehmed nêrînên xwe anîn ziman.
Dr. Bekir Mecît da diyarkiriin ku gelek sedemên derketina vê pirsgirêkê hene û got: “Em dikarin bêjin di dereceya yekem de sedemê vê pirsgirêkê ne-yekbuna Kurda ye û gelek gotarên cuda cuda derdikevin pêş me. Her aliyekî li gorî berjewendiyê xwe di axive û gotarên xwe pêşkêş dike. Lawaziyek din ewe ku peywendiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê digel hêzên parçeyên din yên Kurdistanê lewaze”.
Dr. Bekir Mecît, da zanîn ku ji ber van hemu sedeman zemînê pirsgirêkan afirî ye û wiha axivî: "Li gorî min sedema bingehîn a aloziya derketî parçebûn û neafirandina yekîtiya Kurdan e."
'Kurd bi hevre tevnagerin'
Endamê Partiya Çareseriya Demokratik a Kurdistanê (PÇDK) Ebdulwehab Ehmed jî da zanîn ku ev pirsgirêka ku rudayî ne pirsgirêkekî demiye, ev bingeheki xwe heye û wiha axivî: “Ev pirsgirêk destpêkê bingehê ji xwe pirsgirêka yekem a ku dinavbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Maliki de derketiye. Ev pirsgirêkê hê asaye dibe ku kêşeyên mezintir jî ru bidin.” Ehmed destnîşan kir ku ev pirsgirêk ne weke tê gotin di nava Hêzên Dîcle û Kurdan ye. Ev pirsgirêk di nava Îran û DYA'yê de ye.
Ehmed, da zanîn ku ev alozî armanca wê ewe ku destkeftiyên Kurdan yên heyî ji holê bên rakirinû wiha axafî: "Ji bo wê, pêwîste hemu Kurd guhdariya hev bikin. Ne tenê desthilatiya herêma Kurdistanê, pêwîste parlemento, partiyên siyasî yên Kurdistanê û hemu aliyên din bi hevre proje û karên xwe bikin da ku alozî mezin nebe. Ger ev pêk neyê Kurd serkeftinê bi dest naxin. Ji ber ku heya Kurd xwe nekin yek tu serkeftinek bi dest naxin. Îro ev alozî heye wê sibe mezintir bibe, êdî li navçeyên din de dibe ku çûyin û hatin jî werin asteng kirin."
DÎHA/HEWLÊR