TJK-E ji bo geşkirina berxwedana li dijî tecrîdê, banga tevlîbûna li mîtînga 22’ê Gulanê ya li Brukselê kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa kesên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de êdî ji asta krîtîk bihuriye: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo zexta berxwedanê sivik bike, weke ku hin gavan diavêje xwe nîşan dide, lê belê di pratîkê de mafên qanûnî bi cih naîne. Tecrîd hîna jî didome. Ne tenê tecrîd didome, di heman demê de şidet û êriş li dijî berxwedêrên li zindanan hene. Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo, jinên Kurdistanî û gelê Kurd wê her tim li ser piyan bin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wezîfeya jinên Kurd e ku çalakiyên li dijî tecrîdê geş bikin û pêşengiyê ji wan re bikin.

Di daxuyaniyê de ji bo meş û mîtînga 22’ê Gulana 2019’an a li Brukselê bang hate kirin: “Di serî de jinên Kurdistanî, em bang li dostên xwe hemûyan û gelê xwe dikin ku bi rengekî bi heybet tevlî bibin. Divê her kes bi çarikên spî ku sembola dayikên me yên berxwedêr e, tevlî çalakiyê bibe û bibe dengê berxwedêran. Roj roja geşkirina berxwedanê ye, têkbirina tecrîd û faşîzmê ye. Ji bo têkbirina polîtîkayên qirêj ên faşîzmê, 22’ê Gulanê em li Brukselê dengê berxwedêran bigihînin tevahiya dinyayê.”

 

BRUKSEL