"Ey yara ku bijartiya cîhan î ji min re
Delala dil î, tu rih û can î ji min re
Delalê, tiştek ji rih û can şirîntir nîn e
Tu hezar carî, ji can şirîntir î ji min re"
Cara yekem e ku evqas bi rêk û pêk, tam li ser hev 240 çarînên Omerê Xeyam, bi zimanekî sade û ji orjînala farsî li zimanê kurdî tê wergerandin.
Zimanê ku bi gotina "zimanê nayê zanîn" tê înkarkirin û bi gotina "Ne zimanê şaristaniyê ye" tê biçûkxistin, êdî di qada wêje û edebiyatê de hespê xwe xweş dibezîne.
Çarînên Omer Xeyam ji aliyê rojnameger û nivîskar Ikram Balekanî ve hatine wergerandin.
Di pirtûkê de pêşî li ser jiyana Omerê Xeyam agahî têne dayîn. Paşê li ser çarînên wî. Dîsa balê dikişîne ser taybetiya çarînên wî di zimanê din de û heta niha çend caran li kîjan zimanê cîhanê hatine wergerandin, tê vegotin.
Dîsa Balekanî li ser şaşiyên di wergerên din de jî hin şiroveyan dike. Bi taybetî çarîna ku bû sedema dadgehkirina hunermendê tirk Fazıl Say jî rexne dike û dibêje, çarîneke bi vî rengî di orjînala farsî de tineye û vê yekê bi mînakan rave dike.
Wergêr balê dikişîne ser taybetiya şerabê ya di nava çarînan de û dibêje ku Şerab têgeheke sembolîk e û di çarînên Xeyam de, evîn, hezkirin, felsefe û zanist heye. Şerab jî sembala herî xurt e ku hatiye bikaranîn.
Dîsa di pirtûkê de tê gotin, ji bo ku felsefe û ramana Omerê Xeyam berovajî nebe û baş bê famkirin, çarîn bi baldarî hatine wergerandin. Ji ber ku zimanê Kurdî û Farsî nêzî hev in, lewre çarîn zêde dûrî orjînalê neketine û heta gelek çarîn ji orjînala wê xweştir û bi watetir bûne.
240 Çarînên Omerê Xeyam ku ji aliyê Ikram Balekanî ve ji parsî hatine wergeradin, bi vê malikê dest pê dike:
"Ez şerabê vedixwim, ji çep û rast qîr û qal e
Dibêjin ew dijminê dîn e, venexwe, betal e
Ku min seh kir şerab dijimên dîn e
Bi Xwedê ez ê vexwim, xwîna dijmin helal e"
Çarînên Omerê Xeyam ji aliyê weşanên Evrensel Basım Yayınê ve hatiye çapkirin û wê tevlî Fuara Pirtûka ya Amedê bibe.
STENBOL