Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê li ser cejna Çarşema Sor daxuyaniyek da û got, “Komkujiya herî dawî a li Şengalê careke din nîşan da, ku gelekî rêxistinbûyî û xwe diparêze dikare nirx, çand, bawerî û hebûna xwe biparêze.” Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîle ji demokrasî, azadî, aştî û biratiyê re ku hesreta gelên vê herêmê ye. Em cejna Çarşema Sor li civaka xwe ya Êzîdî, li hemû Kurdistaniyên welatparêz pîroz dikin û hêvîdar in, ku coş û kêfxweşiya vê cejnê vînê li vîna gelê me, zanebûnê li zanebûna gelê me, rêxistiniyê li rêxistinbûna gelê me zêde bike.”
Di daxuyaniya KCK’êde têkildî nêzîkbûna Tevgera Azadiya Kurd aji bo bawerî û çandan de jî wiha hate gotin: “Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, ji bo gel û baweriyên li Kurdistanê bi ziman û nirxên xwe yên çandî bi rengekî azad bijîn, bi rengekî bê eman têdikoşe. Em bang li civaka xwe ya Êzîdî dikin, ku hê bi xurtî cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigire.”
Ji MŞD û YJŞ’ê
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî Çarşema Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, “Êdî ronahiyek ji gelê Êzîdî re çêbûye, felsefe û xwedîderketina Rêber Apo. Êdî xwediyê me Tevgera Azadiyê ye.Em ê bi perspektîfa Rêber Apo xweseriya xwe ragihînin.”
MŞD’ê herî dawî got: “Em Çareşama Sor li şervanên Êzîdxanê, li Rêber Apo pîroz dikin.”
Fermanariya YJŞ’ê têkildarî cejna Çarşema Sor daxuyaniya pîrozbahiyê da. Di daxuyaniyê de hate gotin xakên Mezopotamyayê hurmet dide jiyana azad û bi hev re a hemû bawerî û gelan û hate gotin, ‘’Li Mezopotamyayê gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û ÊzÎdî bi hev re jiyane.’’
Bi boneya Cejna Çarşema Sor, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi peyamekî pîrozbahiyê ev cejin li gelê Êzidî pîroz kir û got; “Mixabin ku bi destê hêzekî kirêgirtî fermana 74’an pêk hat û niha jî dewam dike.”
Tevgera Azadî û Kongreya Star
Weke Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê em hêvî dikin sala bê Êzidî vê cejnê di şert û mercên xweştir û demokratîk de pîroz bikin. Destê reş ê terorîstan ji Kurdistanê dûr bikeve, hemû aliyên me di nava aramî û jiyanek bi hev re vê cejna xwişk û birayên me yên Êzidî pîroz bikin.”
Koordînesyona Kongreya Star got: “Hêviya me ew e ku Cejna Çarşema Sor, li gorî wate, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyeke mayînde di nava hemû gelan de. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. Bi vê hêvî û daxwazê, em weke Kongra Star, Cejna Çarşema Sor li civaka Êzîdî, gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.ʺ
NAVENDA NÛÇEYAN