
Li Rojavayî Kurdistanê li Kampa Newroz a koçberên Şengalî Cejna Çarşema Sor cejna sersala Êzidiyan doh pîroz kir. Welatiyan hêvî kir ku sala nû ji bo gelê Êzîdiyan kurd bibe sala xêr û aştiyê.
Welatiyan bi pêkanîna rê û resmên êzdatiyê, belavkirina şîraniyê, rengkirina hêkan û kulîlkên sor cejna xwe pîroz kirin.
Li gorî baweriya êzidiyan hêk sembola çêbûna gerdûnê ye. Ji bo vê jî hêk bi rengên biharê tên boyaxkirin û li welatiyan tên belav kirin..
´Tevlî berxwedana Şengalê bibin´
Bi rasthatina Çarşema Sor, Fermandariya YBŞ û YPJ-Şengalê bi daxuyaniyekê cejna Çarşema Sor pîroz kir. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Gelê me bi sedan sal e li ser axa xwe, di çarçoveya çand û hûnera xwe de baweriyên xwe yên pîroz dijî. Li dijî nirxê gelê me yê Êzidî hertim hêzên ji derve û hêzên dagirker hewldane komkujiyan pêkbînin. Lê gelê me li hemberî komkujî û zilmê serê xwe netewand û hertim cihê xwe di nava berxwedanê de girt.”
Fermandariyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de balkêşa ser êrîşên çeteyên DAIŞê û got: “Gelê me li Şengalê xwedî li bawerî, çand û dîroka xwe derket û bi vî şêweyî hemû cejnên xwe di nava berxwedanê de pîroz kirin. Çarşema Sor ya ji bo cîhan û mirovahiyê dayîk bûne, ji bo gelê me cejna herî pîroz e.”
Fermandariya YBŞ û YPJ-Şengal di dawiya daxuyaniya xwe de jî got: “Em jî weke hêza gelê xwe, bi hêza ji gelê xwe distînin soza azadiya Şengalê didin gelê xwe. Çarşema Sor li hemû gelê me pîroz be û em li benda hemû gelê xwe ne ku cihê xwe di nava berxwedana Şengalê de bigire.”
Li Dihokê merasîm
Êzîdiyên li parêzgeha Dihokê jî bi merasîmekê Çarşema Sor pêşwazî kirin. Ji bilî nûner û encamên civaka Êzîdî ji misilmanan jî beşdar hebûn. Serokê şaxê Dihokê yê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê Îhsan Doskî di merasmê de got, bangên çeteyên DAIŞê bi navê Îslamê, li Kurdistanê ti beramberiyek ji wan re nehatiye dayîn û hemû ayîn bi hev re jiyane.
CÎK´ê jî peyama pîrozbahiyê weşand
Li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê jî peyamek hat weşandin û cejna Çarşema Sor li xelkê Êzîdî hat pîrozkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Êzîdî ji ber netewbûna Kurdî û ola Ezdatiyê bi fermanen bê wijdan re rûbirû mane. … Em weke Civaka Îslamiya Kurdistanê di dîrokê û dema niha de li Şengalê qetliam û kuştina birayên xwe yên Ezidî bi tundî şermezar dikin.
Cejna wan a Çarsema sor pîroz dikin û ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku dawî li wê zilma li ser birayên me yên Ezîdî were û em bi hev re li ser axa pîroz a Kurdistanê cejnên xwe pîroz bikin.”
DÊRIK/ŞENGAL/DIHOK