Min di nivîsa keleha Galoşkan de nivisîbû ku rêyeke Ûrartuyan ya li ser kavilên Kaniya Teht /Baskan, zozanê Çapanîk û Kanîreşê re ber bi Xarpêtê diçe. A ew rê ji Xinzora Jêr tê. Xinzora Jêr li ser çar rêyên Ûrartiyan e, Rêya ji Tujpayê ser Tuxê û Melakendiyê re dihat, li vir dibû sê çelet, yanê ev der wek girêka çar riyan bû: Yek li ser Kaniya Teht /Baskan re ber bi Xarpêtê, yek li ser Xinûsê re û yekê jî berê xwe dida Meluwahînlî (Berpalê çiyayê Agiriyê Menuahinli) ev riyana li ber Xinzora jêr digihiştin hev. Yanê Xinzora Jêr ji bo ewlehî, hatin û çûyînê pinda herî girîng bû. Piştî ruxandina Serweriya Ûrartiyan, rêya li ser Solaxan re dihat erkê van hemû rêyan wergirt û Xinzora Jêr rola xwe ya bingehîn wenda kir. Ev pinda çar rêyan û çarşîkelta Xinzorê hate jibîrkirin. Xinzora Jêr di sênîşka çemê Xinzor a ji deryaça Xamirpêtê derdikeve tê û çemê Arsînê (Mûrad) de ava bûye û cihekî gelek stratejîk e. Ji ber bihurê çemê Arsînê (Muradê) rêyên girîng di vir re diçûn. Ev der ji bo serweriya Ûrartûyan wek şahtamarên serweriyê bû. Xinzor ji Muşê 40 ji Gimgimê 20 kilometre dûr e. Bajarê Kopê (Bilanik) û Milazgirê jî jê ne dûr in. Ev keleh yan jî Çarşikelta Xinzorê ji berê ve dihat zanîn û di nava kelehên parêzgeha Mûşê de yekem keleh e ku hê piraniya dîwarên wê li pê ne. Cara yekem di sala 1965 an de ji aliyê Profesorê instîtûta Arkolojiyê ya ingîlîz Prof. Dr. Seton Llioyd û C. A. Burney ve li vir lêkolîneke arkolojîk pêkhatiye û rastiya vê Çarşîkeltayê bi rêya wan gihîştiye bala giştî. Wan di kelehê de kulînên şerabê, rastiyên Kelehê, Mehrgedeh, gorên rayedaran derxistine rûyê axê. Li gel wan gelek alavên ji wê serdemê mane, wek ferfûr, kûz û alavên din ên em dizanin derxistine. Ev alavên ji bo raya giştî hatine teşhîr kirine ne. Bê wan wekî din çi derxistine û birine jî, em nizanin. Piştî lêkolînan, lêkirin û teraştina keviran, planê cigehê di şêwirîna arkologan de tê destnîşankirin ku ev keleh di dema Serwerê Ûrartûyan Sardûrê II. (B. M. 765 – 735) de hatiye lêkirin. Dîwarên kelehê bi hostatiyeke wisa pispor hatiye lêkirin, di hemû erdhejan de li pê maye. Ev tê wê wateyê ku hosta û mîmarên keleh lêkirine, tevgerên xwezayî li ber çav girtine. Di hin çavkaniyan de tê ragihandin ku di rêberiya walîyê Sardûr II. de ev keleh hatiye lêkirin û ji wan goran yek jî yê waliyê Çarşîkelta Xinzorê ye. Di hundirê kelehê de li dora bîst avahiyan hene. Her wisa kavîlên li dor kelahê hene jî destnişan dike ku li dor kelehê jî şênîyên herêmê jiyan e. Li hawîrdor gelek cigehên bi nîşaneyên kavîlan hene, lê ti lêkolîn li wan cihan çênebûne. Cihê keleh ne pir bilind e, lê mirov dikane ji kelehê, ji Çarbuhir bigire hetanê gundê Tepe, her wiha zuxrê bakurêrojhilat, çaravêlê herêmê bibîne. Ji kelehê derence hetanî devê çemê Arsinê diçe. Bes nayê zanîn, ka ew tunêla veşartî di kelehê de heya yan na. Her çendî piştê lêkolînên arkolojîk nobedarek bi mûçe jî dane ber kelehê, mixabin disa jî gêncîneger bi şev qîra xwe li vir jî dane, di hin cihan de, xwerû jî di şikeftên goran de ruxandin pêkanîne. Mixabin ku ev keleh jî niha di bin bendava Alparslan II. de wenda bûye. Em nizanin, lê di daneyên heyî de tê ragihandin ku li vir tu levhayên nivîsandî bi dest neketine. Bes di kelehê de pêşîya Mehrgedehê ango avahiya baweriyê kevirên birî hatiye raxistin. Di kelehê de peykerekî şêr ê ji Tûncê, bi navekî din ji mîseya zer, gelek bişkojên hestî û tûnc, serê rim û tîran yên ji tûnc û hesin, derziyên ji mîseya zer, parçeyên kemberan yên bi nêçîra şêran neqişandî hatine dîtin. Li gor daneyên dewleta Tirkan ev tev de li Muzeya Enqerê ya şarestaniyên Anatolyayê ne û mirov dikane wan li wir bibîne. Gelek gorên di zinêr de hene, lê hin gor bi destê bêbavên gêncînegeran hatine ruxandin. Hêvî dikim ku Kurd wan gêncînegeran nebexşînin, wek îbretê alemê bixesînin û wisa berdin, ew jî dijminê dîroka me ne. Gora waliyê keleh avakiriye jî di şikefteke baxirên başûrê kelehê de ye, derê wê bi awayeke nexişandî hatiye çêkirin. Ev gora di baxir de şeş çavî ne. Bes lêkolîna li vir jî nehatiye temamkirin, her wiha gelek kavilên li derûdor û şikevtên li Xinzora Jor jî bi awayeke zanistî nehatine lêkolîn û nirxandin. Parlamenterên Muşê di 23/02/2012 de ji ber ku Xinzora Jêr di nava bendava Alparslan de dima, ji bo lêkolînên zanistî, yan jî parastina Çarşîkelta Xinzora Jêrîn pirsiyariyekê dabû meclîsa Tirkiyê, lê ew pirsiyarî bê bersiv hîştibûn. Çawa di vir de jî tê dîtin. Di pêşbîra serkariya dagirker de tenê wendakirin û ruxandina cihên dîrokî heye. Lema di piraniya lêkolînan de tenê reşbînî derdikeve pêş me. Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.