Nêta hikûmeta Iraqê ew e ku erka Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe pûç bike û li şûna wê waliyên bajaran bike xwedî statu.
ERDOGAN ALTAN / MA/HEWLÊR
Hikûmeta Navendî ya Iraqê, dixwaze statuya Herêma Kurdistanê biguherîne daxe asta statuya walîtiyên bajaran. Rejîma Îranê û Dewleta Tirk jî piştevaniya vî pîlanê Iraqê dikin. Lê bileqsê hevgirtina her sê hêzên dagirker, PDK û YNK jî hêj xwe ji nava nakokiyên xwe yên navxweyî rizgar nekirine.
Nêzî 2 sal in di navbera hikûmeta Herêma Kurdistana Federe û Hikûmeta Iraqa Navendî de li ser rêveberiya herêmê niqaş tên kirin. Di demên dawî de hikûmeta Kurdistanê, ziyaretên xwe yên bi Hikûmeta Navendî re zêde kir. Niqaş û hevdîtinên Yekîtiya Niştîmana Kurdistan (YNK) û Partiya Demokratên Kurdistan (PDK) ên bi hêzên Kurd ên din re zêde bûne. Di nava niqaşên sereke de rewşa îdarî ya Kerkûkê heye. Di nava niqaşan de rewşa herêman, rewşa petrolê, hatina aborî, hêzên peşmerge û têkiliya wan a bi partiyan re tê kirin. Her çend hevdîtin erênî derbas bibin jî heta niha tu encam nehatiye bi destxistin.
Tenê deriyê Sêmalka mabû
Îlona 2017’an ango piştî Referanduma Serxwebûna Kurdistanê pêk hat, Rêveberiya Bexdayê bi hêzên Haşdî Şabî îdareya Kerkukê ji destê PDK’ê û YNK stend. Rêveberiya Bexdayê herêmên bi niqaş ji destê Herêma Kurdistana Federe stendibû. Rêveberiya Navenda Iraqê ji xeynî Deriyê Sînor ê Semalka, hemû sînorê Kurdistana Federe û balafirgehên Hewlêr û Silêmanî yên navneteweyî ji destê hikûmeta Kurdistanê derxistibûn. Niha jî dixwazin venêrtin û kontrola firotina hemû petrola li Herêma Kurdistan a Federe bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê ve bê girêdan. Her wiha dixwazin hêzên peşmerge jî ji kontrola partiyan derxe û bixin bin banê Artêşa Iraqê ya serweriya wê Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî dike.
Dixwazin 3 bendavên mezin çêkin
Dîsa Hikûmeta Navendî ji bo serweriyê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ava bike 3 bendavên mezin dixwaze li ser axa Kurdistanê ava bike. Li aliyê din dixwaze hatina 250 hezar warîl petrola herêmê dewrî butçeya Hikûmeta Navendî ya Iraqê bike. Xebero, rêveberiya PDK´ê û hikûmeta herêmê li dijî vê yekê derketiye.
Li Çînê nêta xwe eşkere kiribû
Piştî Adîl Abdulmehdî bû Serokwezîr ku nêzî Îranê ye, nêta hikûmeta Iraqê ew e, erka Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe pûç bike û li şûna wê waliyên bajaran bike xwedî statu. Serokwezîr Abdulmehdî di Konferansa Aramiya Aborîya Navneteweyî ya li Çînê de pêşniyaz kiribû ku li şûna nûnertiya hikûmeta Herêmê, nûnertiya waliyên bajaran derxin pêş. Dîsa xwestibû ku pereyên ji bo pêşmergeyan dişînin li şûna partiyan ji walîtiyan re bişînin. Nûnerên hikûmeta herême jî diyar kiribûn ku ev pêşniyar nayê qebûlkirin.
Xwediyê projeyê Îran e
Tirkiye û Îran jî piştgiriyê didin pêşniyaza Abdulmehdî ya ku Kerkukê bi navenda Iraqê ve girê bide. Her wiha alîgir in, statuya Herêma Kurdistana Federe bê tesîr be. Li gel ku PDK li Kerkukê eniya Tirkmenan derdixe pêş jî Tirkiye piştgriyê dide Iraqê. Xebero xwediyê projeyê jî Îran e. Dîsa Tirkiye ji bo demborî di operasyona “Tevgera Pençe” de navbera xwe û PDK’ê xweş dike. Tê gotin, Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu jî wê di ziyareta Bexdeyê de piştgiryê bide vî pîlanê.
Nêta Tirkiyeyê pûçkirina statuya Kurdan e
Çend hefte berê Çavuşoglu name şandibû ji Sekreterê Giştî yê PDK’ê Mesud Barzanî re xwestibû destûrê bide ku hemû pêşmergeyan têxe kontrola Artêşa Iraqê. Nêta Tirkiyeyê ew e Kurdan li herêmê bê nasname û statu bihêlin.
DYE jî hewl dide ku heza eskerî ya Herêma Kurdistana Federe bi Wezareta Parastinê ve girê bide û kengî bixwaze bi rêve bibe. Wezareta Parastinê ya DYE 2 sal berê armanca xwe nîşan dabû.
YNK û PDK ketine derdê xwe
Li gel van hemûyan rêveberiya Navendî ya Iraqê hewl dide nakokiyên navbera hêzen Kurdan kûr û zêde bike. Berpirsê Polîtburo ya Siyasî ya YNK’ê Mahmud Sengawî, ji bo civînê hat Hewlêrê. Dîsa Berpirsê Politburo ya Siyasî ya PDK’ê Fazil Mîranî jî li gel heyeta PDK’ê, ji bo bi rayedarên YNK’ê re civînê çêke çû Silêmanî. Hat diyar kirin ku nakokiyên navbera PDK û YNK’e her diçe kûr dibin.