Ji bo Gelê Kurd û doza wî ya mafdar, ev roj, rojên diyarker û çarnûsaz in. Niha nexşe ji nû ve tên xêzkirin. Îradeya azad projeya xwe bi pêş ve dibe. Hizra Biratiya Gelan û Neteweya Demokratîk a ku Serokê Gelên Rojhilata Navîn Abdulah Ocalan pêşkêş kiriye, li ser rûyê erdê li dijî hêza tariyê bi pêş ve diçe. Dawî li qonaxeke reş a sedsalan tîne. Bi milyonan gelên bindest ji kuştin, zilm û zordariyê xelas dike. Jinê û ciwanan azad dike û wan ji bo guhertin û jiyaneke serbixwe dike pêşeng.
Vîna azad û mirovane ya ku qonaxa tarî, bê dengî û mirinê bi dawî dike, niha Gelên Rojava û Sûriyeyê bi saya xwîna şoreşgeran azad dike. Niha şerekî giran di navbera jiyan û mirinê de, roj û şevê de heye. Ev şer jî heremê diguherîne. Guhertinekê diafirîne ku di encamê de herem ruhê xwe yê şaristanî vedigerîne û kesayeta xwe ya azad û berhemdar bi dest dixe. Ew herema ku Ocalan behsa hêza wê ya berhemdar, azad, avaker û serbixwe dikir, niha dîsa wek mîna ku wî dixwest û hêvî dikir, tê nava meydana mirovayetiyê û medenîtiyê.
Li Reqa û Şingalê dîrok tê nivîsîn. QSD ya ku projeya Neteweya Demokratîk hilgirtîye ser milên xwe, her roj herem û mirovan ji bindestî û tariyê xilas dike. Şerê ji bo azadkirina mirovan û mirovahiyê niha bi hemû hêza xwe berdewam dike. Li Reqayê niha çav lê ye, ku bendava Tebqayê di zûtirîn dem de û bê zirar bête rizgarkirin. Çav lê ye, ku bajar bi tevahî bête rizgarkirin û azad bibe. Gelên van hereman jî kêliyan dijmêrin û li hêviya alên zer yên QSD´ê ne. Hemû heremên ku heta niha hatine rizgarkirin dewrî niştecihên wan hatine kirin. Meclîsên rêveberiya sivîl hatine avakirin û jinê cih û rola xwe dîtiye. Rewş wê li Reqayê jî weha be.
QSD bûye hêviya tevahiya Gelên Sûriye. Çavên her kesî li hatina wê ne. Ne tenê li Reqa, lê her weha li heremên navxuyî yên Sûriyê jî, êdî QSD bûye xwedî bandor û hebûn. QSD ji bo azadkirina hemû herem û bajarên Sûriyeyê ji çeteyan amede ye. Ev yek Fermandarê YPG Sîpan Hemo doh ji rojnameya El Hayatê re diyar kir. Bi hezaran ji ciwanên heremên rizgarkirî tevlî nava refên QSD´ê dibin. Jina ereb azad dibe û di nava QSD´ê û saziyên sivîl de dibe fermandar û memûr. Ev guhertineke mezin e.
Li hemberî van bûyerên li Reqayê, hêzên tarî û terorê li dijî QSD´ê kampanya xwe ya sabotaj û xerakirinê bi dijwarî dimeşînin. Di serî de dewleta Tirk, muxalefeta Şamê ya nijadperest û hevkara terorê, PDK ya ku bûye darê destê dijminê Kurdan, ev hemû bi riya alavên ragihandinê şerekî bi rêk û pêk li dijî Rojava û QSD´ê dimeşînin. Ew dibêjin, QSD´ê zirar gihandiye Bendava Tebqayê, ew bendav ku qaşo niha li ber rûxandinê ye! Ew dibêjin, QSD wê tevahiya Reqayê ji Ereban paqij bike û Kurdan di cihê wan de bi cih bike! Ew dibêjin, Reqa wê tevî nava sîstema federaliya Bakurê Sûriyeyê bibe. Bi van derewan, ev navendên dijminane alîgiriya terora DAIŞ´ê dikin û hewl didin rê li ber azadiya gelê Reqayê bigirin. Lê QSD hemleya xwe ya azadkirinê bi rê ve dibe û li gel hêzên koalîsyona navneteweyî hevkariya xwe dewam dike. Jixwe, çav li wê yekê ye ku Reqa piştî rizgarkirinê bibe xwedî meclîseke sivîl û ev meclîs bi xwe û bi îradeyeke azad biryara tevlîbûna nava sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê bide.
Li Şingalê jî şerekî azadî û serxwebûnê heye. Hêzên YBŞ´ê ji bo ku tevahiya heremê ji DAIŞ´ê rizgar bikin, di nava liv û tevgerê de ne. Di rojên derbasbûyî de şerê dijwar di navbera YBŞ û çeteyên DAIŞê de rû da. Şingal bîhna xwe bera ber xwe dide. Hewl dide bi azadî û bi vîneke serbixwe û xwedî kesayet bijî. Lê neyarên wê jî pirr in. Hêzên dijminên Kurdan û dijminên Êzdiyan bi taybetî hewl didin Şingalê bindest bihêlin. Çavê wan bar nabe ku îro Êzdî bûne xwedî hêzeke eskerî û siyasî. Ew dixwazin Êzdiyan kole û bê şexsiyet bibînin. Naxwazin ku jina Êzdî bibe fermandar û rêveber. Dixwazin ev jin melûl û hêvîşkestî be û careke din wek “sebî” bikeve destê DAIŞ´ê.
PDK serkêşiya dijminatiya Êzdiyan dike. PDK îro artêşa Tirk a dagirker aniye heremên Êzdiyan û bi riya wê komeke ji çeteyên bi navê “Pêşmergeyên Rojava” perwerde kiriye û ew şande Şingalê ji bo terorkirina Êzdiyan. Van çeteyan gule reşandin ser welatiyên Êzdî, yên ku ji komkujiya DAIŞ´ê xelas bûbûn û 8 kes ji wan qetil kirin. PDK îro mil bi mil li gel DAIŞ´ê û AKP´ê şerê bi armanca jiholêrakirina Êzdiyan û Şingalê dimeşîne. PDK dev ji siyaseta “an bi zêr an bi zor” bernedaye. Wê gelek Êzdî bi pol û zêran kirîn (mînak: Qasim Şeşo û Heyder Şeşo) û êdî ev kes ji bo berjewendî û meaşên xwe li himberî çeteyên "Pêşmergeyên Rojava" yên ku hatine Şingalê û birayên wan dikujin, bê deng in.
Niha PDK di ragihandina xwe de derewan belav dike û dibêje, PKK wê êrîşî Dihokê bike! Ev nîşana wê yekê ye ku PDK bi artêşa Tirk re amedekariya êrîşekê li dijî Qendîlê dike. PDK bi rola çetetiya AKP´ê rabûye û êdî hebûna xwe di hebûna Erdogan û sîstema AKP/MHP´ê de dibîne. Li hemberî terora AKP´ê û çetetiya PDK´ê divê Gelê Kurd bê deng nemîne. Divê di hemû astan de îşaret bi rola PDK´ê ya dijminane were kirin. Îro PDK rê li ber azadkirina Şingal û Reqayê ji DAIŞ´ê digire. Ew êrîşî Şingalê dike, dor li Rojava digire û artêşa Tirkan tîne Başûr. PDK projeya Tevgera Azadiyê wek xetereke hebûnê li ser xwe dibîne, loma ew bi hemû hêza xwe şerê wê dike.
Şingal û Reqa wê bêtin rizgarkirin. AKP wê birûxe, wek çawa ku rejîma Sedam rûxiya. PDK wê rastî îradeya azad a Gelê Kurd were û ji bo rola çetetî û xiyanetê were darizandin. Kesek nikare xwe li pêşiya vîna azad a Gelê Rojhilata Navîn bigire. Êdî şeva dîktatorî, olîgarşî û zordariya bi navê ol û malbatê bi dawî dibe.