
Berpirsê Peywendiyên Derve yên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Celal Kemalîzade der barê serdanên şandeya KNK’ê yên li başûrê Kurdistanê de ji ANF’ê re axivî. Kemalîzadê diyar kir ku divê nûnerên hemû partî û rêxistinên Kurd beşdarî vê konferansê bibin. Kemalîzade bal kişand ku wan bi nûnerên hemû rêxistin û partiyên Başûr re li ser mijara konferansa neteweyî hevdîtin pêk aniye û diyar kir ku ji YNK’ê Mele Bextiyar û ji PDK’ê jî Fûad Huseyîn ji bo xebatên konferansê hatine peywirdarkirin û ragihand ku wana hevdîtin bi her du aliyan re pêk anî.
Kemalîzade destnîşan kir ku di demek wiha de çekdanîna PKK’ê ziyanê dide hemû Kurdan û diyar kir ku ew bi tu awayî qebûl nakin ku nûnerên hêzên derve beşdarî konferansê bibin. Der barê van hevdîtinan de endamê şandeya KNK’ê, Berpirsê Karê Derve yê KNK’ê birêz Celal Kemalîzade pirsên me bersivandin:
*Armanca sereke ya serdana başûrê Kurdistanê çi bû?
Weke şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê armanca serdana me ya vê carê gotûbêjkirina mijara konferansa neteweyî bû. Em li ser çawaniya pêkanîna konferansa neteweyî bi aliyan re hevdîtinan dikin. Jixwe bi vê boneyê ji sala 2005’an ve şandeyên me tên herêmê û hevdîtinan dikin. Diyare ku PDK’ê û YNK’ê ji berê de biryara pêkanîna konferansa neteweyî dabûn. Ev pêngavek pîroz û bi nirx e. Lê belê çawaniya pêkanîna vê konferansê me jî pêwendîdar dike. Ji bo em bizanin ka amadekariyên konferansê di çi astê de ne, me hewce dît ku em bên herêmê. Me pêşniyar kiribû ku di vê mijarê de bila bi KNK’ê re jî nîqaşan bikin. Di vir de beriya konferansê gelek pirs hene ku divê mirov bi demdirêjî li ser gotûbêj bike. Bi taybet xebatên komîteya amadekar çawa bi rê ve diçin, ji bo beşdarbûna giştî bername çi ye? Wê beşdarbûna aliyan û kesayetan çawa be, mijarên ku di konferansê de bibin rojev çawa bên diyarkirin? Ev mijarên sereke û giring in.
Komîsyona konferansê...
*Hûn heya niha di çarçoveya xebatên xwe de li gel kîjan aliyan civiyan û çi hate gotûbêjkirin?
Me li gel endamê serokatiya YNK’ê Mele Bextiyar hevdîtinek pêk anî. Dûre bi Hîzba Şûî û Hîzba Zehmetkêşan re, bi endamên Yekîtiya Parlementeran a Hewlêr û Silêmaniyê re, bi partiyên Îslamî Yekgirtû, Bizotnewe û Komele re, bi Tevgera Goran, Hîzba Ayende, Sosyalîstan re û her wiha bi gelek kesayetên din ên siyasetmedar re rûniştin. Lê mixabin ku ji bilî YNK’ê û PDK aliyên din di vê mijarê de agahdar nebûn. Haya tu partiyên din nebû ku her du partiyên desthiladar biryara avakirina komîsyonek amadekar dane. Mele Bextiyar ji me re got ku YNK’ê weke nûnerê xwe yê komîteya amadekar Azad Cundiyanî destnîşan kiriye. PDK’ê jî Dr. Fuad Husên destnîşan kiriye. Em li gel Dr. Fuad Husên jî rûniştin. Wî jî piştrast kir ku lîjneyek hatiye amadekirin. Lê belê partî û aliyên din ji vê yekê agahdar nînin.
Me ji Tevgera Goran jî berpirsê pêwendiyên siyasî Celal Cewher re hevdîtin pêk anî. Di mijara konferansa neteweyî de nêrînên wan jî nêzîkê yê me bûn. Nêrîna wan jî ew bû ku bêyî beşdarbûna hemû partiyan, nûnerên hemû beşan, kesayetên bi bandor em nikarin konferansekî neteweyî pêk bînin. Ger konferansek tê plankirin divê nûnerê hemû beşan û her wiha yên partiyan di nava komîteya amadekar de cîh bigre. Her wiha stratejiyek hevbeş bê diyarkirin. Alî bikarin plan û projeyên xwe pêşkeş bikin û nêrîn pêşniyarên aliyan bên guhdarkirin.
‘Çavdêriya dewletan qebûl nabe’
*Pêkanîna konferansa tim tê paşvexistin. Gelo ji bo konferansê şert an jî daxwazên cûda hene? Gelo nêzîkatiya hêz û dewletên din ên derdora gelê me çi ye?
Divê ez di serî de jî diyar bikim ku ger em bimînin hêviya dewletên dagirker da ku destûr bidin em konferansekî neteweyî pêk bînin, wê demê em di xeletiyê de ne. Divê em bi xwe biryara konferansa xwe bi awayek serbixwe bidin. Di rojeva rayagiştî de hinek tişt tên nîqaşkirin, em hêvî dikin ku ev agahî rast nebin. Tê gotin ku hinek alî dixwazin nûnerên Tirkiye, Îran û DYA’yê jî weke çavdêr beşdarî konferansê bibin. Ev tişt ji me re xeta sor e û bi ti awayî em vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku Kurd di qada neteweyî û navneteweyî de gihiştiye wê astê ku dikare bêyî çavdêr, an jî bêyî serpereştiya dewletek bêgane konferansekî wiha li dar bixe. Em li dijî vê daxwazê ne. Divê em weke Kurd nêzîkî hev bibin, bikarin hevûdin qebûl bikin, rexneyan li hev bigrin. Ev konferans ji her demê zêdetir di vê demê de giring e. Divê em tev de hewl bidin ku ev konferans li gor berjewendiyên netweyî bê lidarxistin.
‘Kurd ji Lozana duyemîn agahdar in’
Di vê qonaxê de Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Her wiha ev rewş ji bo çarenûsa gelê Kurd û Kurdistanêjî ji her demê zêdetir giring e. Statûya herêmê tê diyarkirin. Di nava vê rewşê de gelê me jî dixwaze statûya xwe zelal bike. Vê gavê pirsgirêka perçeyekê ji her demê zêdetir dibe pirsgirêka perçeyek din û çareseriya perçeyekê tevahî perçeyan û hewiha netewa Kurd eleqeder dike. Ji lewra em di qonaxekî hesas û xeter re derbas dibin. Gelê Kurd ji vê rewşê agahdar e. Hin gotin hene ku dibêjin di berdêla serxwebûna perçeyekê de wê mafê gelê Kurd ê perçeyê din ji nedîtîve bên û bê binpêkirin. Ger her bostekî welatê me serxwebûnê îlan bike em jî piştgiriya wî dikin. Lê belê divê ev serxwebûn nebe sedema fedakirina maf û azadiya gelê me yê perçeyên din. Ji ber em baş dizanin ku hewl didin Kurdan di vê demê de dîsa bixin nav gir û giriftan. Kurd ji lîstokên Lozana duwemîn agahdar in. Niha li ser vê hîmê bere durust dibin. Ji aliyekê ve DYA, dewletên rojava destek didin Tirkiyeyê, li gel hin hêzên Kurd û suniyan li Başûr bereyekê ava dikin. Ji aliyekê din ve jî Îran li gel şîa û hin alîgirên xwe bereyekê din avadikin. Gelê Kurd di nava her du bereyan de maye. Her du bere jî hewld didin pirsgirêka Kurd weke kartekî li gor berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê belê em li dijî vê yekê ne.
Divê Kurd jî qebûl nekin ku ev lîstokên li ser çarenûsa wê tên kirin ser bikevin. Em dixwazin cîhan tev de bizane ku Kurd jî dikare hevûdin bigre, xwe biparêze û serpereştiya xwe bike. Hedefa konferansa me di Kurdistanê de pêkanîna aştiyê ye. Ger ji pirsgirêka Kurd re çareseriyek demokratîk û aştiyane bibînin neyartiya me bi ti dewletekî re jî nabe. Daxwaza me ev qas zelal û aşkera ye.
* Konferansa ciwanan ji ber nêzîkbûna hêzên başûr bi aloz derbas bû. Ev konferans dikare ji bo konferansa neteweyî bibe zemîneyek giring?
Beriya konferansa ciwanan li herêmê konferansa partiyên rojavayê Kurdistanê hate pêkanîn. Bi rastî divêya ji van konferansan re amadekariyek baştir bihata kirin. Her konferansek ku xizmeta berjewendiyên gelê me bike em piştgiriyê didin. Diyar e ku di van konferansan de amadekariyek baş nebû ku hate rexnekirin. Vê gavê ji bo konferansa jinan jî heman tişt tên gotin. Ez wê mafê di xwe de nabînim ku li ser mijara konferansa jinan gotinan bikin. Lê belê diyar dibe ku ger hin alî bixwazin di ya xwe de israr bikin û van konferansan de ya xwe bisepînin, hewl bidin li gorxwe reng bidin wê ev jî dibe sedema boykotkirina hin aliyan. Her wiha ev konferans jî nikare bigehe armanca xwe û nikare ji konferansa neteweyî re jî bibe zemîneyek baş. Divê li servan mijaran nîqaşên berfereh pêk werin û aliyên beşdar dibin bi diyalogê biryarên hevbeş bigrin.
‘Nabe ku berjwendiyê beşekê li pêş be’
*Bêyî beşdarbûna hin partî û rêxistinên serekî konferans dikare bê pêkanîn, an dê bigihije armanca xwe?
Em dibêjin ku divê bêyî qeyd û şert hemû partî, rêxistinên Kurdistanê li gel kesayetên diyar beşdarê vê konferansê bibin. Ger beşdarbûna hemû aliyan nebe ev nabe konferansekî neteweyî. Hin alî dibêjin ku PDK û YNK naxwazin PKK beşdarê konferansê bibe. Nexêr wisa nîne. PDK jî YNK jî dibêjin ku pêwîste PKK beşdarê konferansê bibe. Lê di vir de ev pirs dikeve rojevê; Gelo dixwazin PKK weke mêhvan beşdarê konferansê bibe û tu mafê gotinê nebe an jî PKK jî weke hemû hêzan têde cîh bigre, di komîteya amadekar de jî erk bigre? Ger bêyî qeyd û şert beşdarbûna PKK’ê û herwiha partiyên din jî pêk were emê dê bi qazanc derbikevin. Lê belê berovajî ku hinek bêjin “bila bên weke mêvan beşdarbin” ku ev yek jî ne gengaz e, wê demê ev yek dê xizmeta yekîtiya neteweyî neke. Dîsa ger konferansek wiha pêk were û PKK an jî BDP vê konferansê boykot bikin wê ev jî bibe sedem ku konferans pêk neyê, pêk were jî bibe qezenca dijminên gelê Kurd. Em hêvîdar in ku ew aliyên ku xebata konferansa neteweyî dikin di vê mijarê de pir nazik, bihîstyar û şiyar bin. Her perçeyekê Kurdistanê xwedî xwestekên xweser in. Em dixwazin nûnerên her perçeyê derbarê pirsgirêkên xwe de bixwe bibin berpirsê gotinan. Lê belê di mijara konferansa neteweyî de divê beşdarbûna nûnerê hemû parçeyan hebe.
‘Çekdanîna PKK’ê ne li gorî berjewendiyên Kurda ne’
*Di dema dawî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî serdana Tirkiyeyê kir. Çapemeniya Tirk ragihand ku rayadarên Tirk bi Barzanî re der barê mijara çekdanîna PKK de nîqaş kirine. Ev tê çi wateyê?
Em pê kefxweş in ku tevahî siyasetmedar û berpirsên Kurd bi taybet jî yên başûrê Kurdistanê ku xwedî fermiyet in, serdana hemû welatên cîhanê bikin. Lê belê ev serdan çiqas di berjewendiyê gelê me de ye, ev cihê pirsyarê ye. Bi nêrîna me pêwîst e Birêz Mesût Barzanî jî Celal Talabanî jî ji bo çareseriya pirsa Kurd a perçeyên din bibin xwedî rol. Li ser vê bingehê hevdîtinan bikin. Lê belê em rast nabînin ku nûnerê ti perçeyekê li ser hesabê perçeyekê din hevdîtinên ku xizmetê çareseriyê nake, pêk bînin. Ez bawer im ku PKK bi ti awayekî amade nîne ku çekan dayne û nabe ku di vê rewşê de çekan dayne jî. Lê belê ew ên ku behsa çekdanîna PKK’ê dikin divê bipirsin ka gelo ti temînat an jî ewlehiyek heye ku PKK çekan dayne? . Gelo dagirkerên welat li dijî gelê me dest ji çekan berdane? Heya niha PKK’ê 8 caran agirbest ragehandiye. Gelo dewleta Tirk heya niha ti bersivek erênî daye van agirbestan? Dewleta Tirk di van sê salên dawî de nêzîkê 11 hezar siyasetmedarên Kurd girt û avêt zîndanan. Hîna jî 3 hezar 500 zarok girtî ne. Başe ma nabe ku Birêz Mesût Barzanî û Celal Talabanî nikarin bi Erdogan re rûnin û vê mijara girtina siyasetmedar û zarokan gotûbêj bikin? Kurd ne şerxwaz. Lê belê ger ew daxwaza destberdana ji çekan dikin ev yek bi yekalî nabe. Di vê rewşê de mijara çekdanîna PKK’ê dibe zirara hemû Kurdan, beriya hemû başan jî başûrê Kurdistanê ji vê yekê zirar dibîne.
‘Li Rojhilata Navîn hemû hêz biçek in’
Vê gavê li Rojhilata Navîn di destê her kesî de çek heye. Çekên herî modern jî li dijî gelê Kurd tên bikaranîn. Em baş dibînin ku NATO, DYA û Îsraîl çekên herî modern dide dewleta Tirk û dewleta Tirk jî bi hemû derfetên xwe ve van çekan li dijî gelê me bi kar tîne. Lê belê divê em vê jî aşkera bizanin ku ev hêz ji çekên PKK’ê, ji keleşên destê gerîla de natirsin. Ew ji wê fikrê û ji wan mirovên canbexş ditirsin ku di destê wan de kevir û ber jî hebin ew ê parastina rewa ya mafê gelê xwe bikin.
‘Dema çekan derbas nebûye’
Ger konferansa neteweyî pêk were Kurd dikarin bibin xwedî hêzêkî çekdar ê parastina rewa jî. Ev hêz dikare bibe hêzek hevbeş û parastina hemû beşan jî bike. Hin berpirsiyar dibêjin ku “zemanê çek derbas bûye”. Lê belê ez dibêjim ku nexêr hîna wextê çekan derbas nebûye. Ger çek û hêz nebe tu nikarî parastina xwe ya rewa bikî û daxwaza mafên xwe jî bikî. Dibêjin ku werin di sengera parlamentoyê de daxwaza mafên xwe bikin. Baş e vaye başûrê Kurdistanê çima nikare parlamenterên xwe bişîne meclîsa Bexdayê û di wir de pirsgirêkên xwe yên bingehîn çareser bike û madeya 140 jî bi hêsanî bikeve meriyetê? Ji bo çi hîna jî pêwîstiya ew qas pêşmergeyan heye? Ev jî dide diyarkirin ku divê gelê Kurd jî bibe xwedî hêzekî çekdar.
‘Gelê Kurd tiyê azadiyê ye’
*Gelo daxwaz an bendewariya gelê Kurd ji vê konferansê çi ye?
Bi ya min wisa ye ku her Kurdek welatparêz û hişyar pê xweşhal e û dixwaze konferansa neteweyî demek ji ya din zûtir pêk were. Ji ber ku yekîtî xewna herî mezin a gelê me ye û gelê Kurd têniyê azadiyê ye. Bawer nakim ku ti hêz, partî an jî kesayetek Kurd hebe ku nexwaze konferansek wiha yê berjewendiyê neteweyî bixe bin ewlehiyê û daxwaza yekîtiya gelê me bike, neyê lidarxistin. Ez di wê baweriyê de me ku wê konferans ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurd rolekî girig bilîze Em dixwazin di vê çarçoveyê de di konferansê de rola xwe bi layiqî bilîzin. Ti îdîayek din ê me nîne. Em tenê yekîtiya gelê xwe dixwazin. Em dixwazin gelê me bigehije mafên xwe yên rewa. Ger wiha be wê di vê serdemê de ku çarenûsa gelên herêmê diguhere wê çarenûsa gelê Kurd jî diyar bibe.
*Li başûrê Kurdistanê behsa serxwebûnê û îlankirina dewleta Kurdî tê kirin. Li herêmê îlankirina dewletek serbixwe çiqas dikare Kurdan bike xwedî îrade?
Em weke KNK, Kurdistanê weke welatek yekpar û Kurdan bi giştî jî weke neteweyekî dibînin. Lê belê ger bibe û li başûrê Kurdistanê rewşek wiha derbikeve û dewletek serbixwe yê Kurd bê îlankirin jî em piştgîriyê dikin. Ew jî bi şertekî ku nebe sedem û her wiha çavê xwe negire ku 25- 30 milyon Kurdên din bi qirkirinan re rû bi rû bimîne. Li gor min vê gavê li başûrê Kurdistanê ji bo îlankirina dewletek serbixwe hîna jî wext zû ye. Ji ber ku hîn jî gelek deverên Başûrê welet hema hema ji % 40 di bin destê desthiladaran de ye. Hîna jî pirsgirêka deverên mîna Musil, Kerkûk û Xaneqînê çareser nebûye û rewşa navçeyên dabirawî zelal nîne. Pêwîste di serî de ev bajar û navçe vegerin ser herêma Kurdistanê. Piştî ev yek pêkhat mirov li Başûr dikare behsa dewletekî serbixwe bike.
ÇOLÎ BARAN - ANF/SILÊMANÎ