Konferansa TZP Kurdî ku di 25-26 ê Tîrmehê de li dar ket, konferansa pêncemîn bû û pişta xwe dida ezmûneke neh salên bi TZP Kurdî û hejmarek salên berêtir. Xebatên girêdayî zimên, perwerdê û çanda Kurdî, ji sala damezirandina TZP Kurdî û bi vir de di ast û sewiyeke serbixwetir û xwesertir de kûr dibin, xwe dihûnin.

Di her konferans û kongreya tê û diçe de, delege û rêvebirên navend û şaxan, şaxên ku îro hejmara wan derketiye 33'an, hinekî din serwextê qada xwe dibin, dijwarî û nelibariyên xwe tap dikin û bi pêşniyaz, dîtin û biryarên nû, ji bo tevgera TZP rola xwe bikêrtir bilîze, baştir bi erkên xwe rabe û bi rêzikname û normên xwe re aşînatir be, dixebitin.

Di konferansa îsal de ji piraniya KURDÎ-DER ên li Kurdistan û ji metrepolên Tirkiyeyê, ji bajarên mîna Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edenê, Antalya û hwd. Ji coxrafyayek fireh delege beşdar bûn. Piştî roja yekê ku bi giranî axaftin û mesajên rêxistin û saziyên siyasî û komelayetîbûn, roja duyem raporên xebatê, xebatên navendê û şaxan hatin nîqaşkirin û li dora 55 kesan axivîn. 

Di çend xalan de encamên van axaftin û rexneyan û çend çavdêrî:


Rexneyên delegeyên ê Konferansê

- Ev ne konferans e, belê platform e, lewra axaftinên rêxistinan zehf in. Hewcedarî bi pilansaziyeke xurt heye. Du-sê salên aramiyê 2011-2015 nehatin nirxandin. Xebatên me xwe çendbare dikin (boykota dibistanan,roja 21 Sibatê, Roja Cejna Zimanê Kurdî). Li dijê xwepişaftinê û ji bo perwerdê xebat nebûye. Me potansiyel û hêza heye birêxistinnekiri ye. Pêwist e em di nav civakê kevin û ji bo zimanê Kurdî hişmendiya civakê biguherin. Li vir divê em bale bikşînin ser rola pêşengan. Pêşengên mîna barê  têkoşer û milîtanên ziman. Dixwazim li vir nimûneya tevgera rizgarîxwazî bidim ku bi çend ciwanan dest pêkir û ji ku hate ku: Di vê çarçeweyê de em raporên xwe amade bikin û em xwe binirxînin. 

- Bernameya TZP û pratîk dûrî hev in. Di stratejî û siyaseta me de kêmaniyeke ciddî heye. Lêkolîn, rênexşe û planekî saziyên me beramber ziman, KURDÎ-DER'an, bêloqaliya hin şaxan û piştgiriya ji bo ziman tune. Koordîna di nav navendê û şaxan de, di nav şaxan xwe bi xwe de, her wiha di nav şaxan û belediyan de jî xitimîn ye. Qada siyasî rola tê xwestin nalîze, gelek caran li ser riya xebatên ji bo ziman dibe asteng. Kireş û dibistan têne vekirin, mamoste têne girtin kes bi me naşêwire 

- Gerek akademisyenên Kurd, weşan û çapemeniya Kurd û şaredarên me jî li vir bûna, gelo sebebên nebûna wan li vir çi ye? Niwênerên rêxistinên me yên navendî û siyasî jî piştî peyamên xwe dan nesekinîn û ji nav me çûn. 

- Rexne li siyasetmedarên bi Kurdî naxavin û di malên xwe de ji xwepişaftinê re dibin alîkar.” Îro di malbatên me de ne Kurdî, belê Tirkî zimanê têkilî û rojane ye. Konferansa berî vê zanîna bi zimanê Kurdî wek şertekî danîbû ji bo berendamtiya şaredarî û parlamentertiyê, çima ev şert ji bîra bû, paşguh bû?


Zêdekirina dibistanan

- Biryarên me nayîn cîh, nakevin jiyanê, yên dikevin pratîkê jî piştî demekê mîna Akademiya Ehmedê Xanî li Wanê mîna îro tên ber girtinê. Ev konferans divê jê re çareseriyekê bibîne.

- Li ser dibistanan û vekirina dibistanên bi Kurdî: Fikra vekirina dibistanên bi Kurdî li Kurdistan 107 sal in heye. Îro li Başûr û li Rojava em dibistanên xwe vedikin. Lewra dewletê xwe kişand li van perçan. Dibistanên azad modelek in, di vê eniyê de jî domdariyek çêdibe.  Hê jî hin hevalan bi van dibistanan bahwerî neanîne. Bila hedef û silogan ev be ku ”her sal em li van dibistanan çend dibistanên din zêde bikin.” 

- Di nav belediyên me de piştgirî û handayîna xebatên TZP qels û kêm e. Wek nimûne TZP û belediye dikarin bi hev re pirtûkên zarokan amade û çap bikin. Bi hev re dikarin dîroka bajar û bajarokên Kurdistanê amade bikin û bikin pirtûk û hwd.


Xurtkirina hişmendiya zimanê dayikê

-Em dê çawa vê hişmendiyê han bidin? Ewil kesê behsa vê hişmendiyê dike pêwist e li ser hişmendiyê serwext be. Gelo ev hişmendî heye li ba siyasetmedar û rêvebirên me, hebe çend e û bi çi nisbetê ye, çendî bi îsabet e? Wek nimûne gotina ”ziman pîroz e” ji devê hinek siyasetmedar û rêvebirên me nakeve, belê tevger û rabûn û rûniştina wan ne li gora vê pîroziyê ye. Nêzîkbûna wan li mamostan ne hevalane û ne rêzdarane ye. Mamoste li ba wan ne bi qedir û biqîmet in.Mamoste dema wergerek lazim dibe tê bîra wan. Kesên ji mamostan fedekariyê dixwazin pêwist e ew bi xwe hinekî li ser fedekariyên xwe bisekinin û ji bo hînbûna zimanê xwe bilebitin. 

- Dema çalakiyên siyasî çêdibin, em di nav gel de cîh digrin, em beşdar dibin, belê dema çalakiyên me Kurdî-deran çêdibin beşdarî kêm e. Qada siyasî qadên taxan naxe dewrê. Belê pêwiste Kurdî-der jî bi qada siyasî re têkiliyên xwe xurt bike. Zarok nayin komelên Kurdî-derê, diçin komelên din û li wan komelan jî bi Tirkî diaxivin. Çalakiyên cejna ziman dibin qurbanên hilbijartinan. Di partiya me de axaftin bi Tirkî ye. Jinên Kurd di komelên partiyê de fêrî Tirkî dibin. Em li ser şehîdên xwe proegendeya xwe bi Tirkî dikin. Partiya me bûye saziyeke dewletê, bûye aşê pişaftinê 

- Lêkolîn negihiştine asta çareserkirina pirsgirêkan. Xebatên li ser Kirmanckî kêm in. Hinekî sebeb jî ew e ku xebatên hatine kirin di cîhekî teng de mane û coxrafya haydariya ji wan teng e.

- Em behsa bîrdoziyê dikin belê mîna ku ev ne şert e bi Kurdî be. Bîrdozî jî, dîrok jî pêwiste bi Kurdî be. Karê saziyê maye fêrkirina ziman, divê hişmendî derkeve pêş. Bikaranîna teknîkê CD, DVD ne di destpêkê jî de ye. Polên dibistanan teng in, yên biçûktir têne xwestin. Pêşniyaza me ew e ku wêje, folklor û çand wek dersê bê dayin. Hişmendî jî bibe ders. Perwerda navxweyî tune, qels e.

- Lazim e ronenesansa zimanê Kurdî dest pê bike. Em ji jêr de zorî bidin navendê. Li mal, birêde, di erebe, civîn û qehwexaneyan de em bi Kurdî qise bikin. Axaftina bi Tirkî bila şerm be. Kurdî di bajaran de miriye, ev mirin ber bi gundan de jî ketiye rê.

- Xebatên li ser termînolojiya gramerê û li ser zaravayên Kurdî qels in, ne kûr in. Xebatkarên zimên ne pisporên karên xwe ne, pêwist e pisporên ziman bêne perwerdekirin.

- Sala 2011'an ji bo zîndaniyan û çapkirina pirtûkên wan komisyonek çêbû. Ev xebat û berhem di sindoqan de ne. Zîndaniyan ev di şertên dijwar de nivîsandine. Destpêk baş bû, belê piştre serberjêr bû. Komisyona 24 kesî piştre daket 12 kesan û hê piştretir xebat sekinî. Komisyonê 116 dosye nirxandin. Û ji bo çapkirina 76 dosyan jî biryara çapê da, belê çapnebûn. çendek ji nivîskarên wan berî çapkirina kitêbên xwe bibînin li rojava û li Kurdistanê piştî derketina ji zîndanê şehîd ketin. Pêşniyaza komisyona me ew e ku TZP li wan xwedî derkeve, wan derbasî data bike û çap bike. Ev gencîneyeke li bendeyî çapkirin û nirxandinê ye.


Ji bo modelê rêxistinî

- Gerek em li ser bifikirin.  Koordînasyona em hilbijêr in bila bibe koordînasyona amadekirin û çêkirinê. Kordîne bila çend mehan deyne pêşiya xwe û li gora vî modelê nû saziyê ava bike.

- Li Bakurê Kurdîstanê gelek xebatên me bi sîstem  eleqeder in. Ev pêwendîdarî jinedîtîve naye dîtin. Xwediyê bandêr û encamên xwe ye. Pirs ev e: Em saziyên xwe bikin dibistan, an jî em zarokên xwe sibehan bişînin dibistanên fermî û piştî nîvro herin dibistanên Kurdî yan jî di tatîlan de bên dersên Kurdî ? 


Çend pêşniyaz ji Konferansê 

1. Lijneyek navendî ji bo perwerdekirina mamosteyan.

2. Kovarek ji bo şaxên Kurdî-derê ji xebatên hev serwext û agehdar bike.

3. Lêkolînên li ser Kirmanckî bêne zêdekirin.

4. Xurtkirina erka venerîn û kontirolê ji bo taqîbkirina xebatên şaxan.

5. Hewcedariya bi arşîveke navendî. Arşîva şaxan û navendê pêwiste hev bigre.

6. Ezmûnek navendî ji bo bawernameyan

7. Bêje hema her Kirmanc bi Kurmancî zane,wiha jî pêwiste Kurmanc jî Kirmancî hîn bibin. 


Gotina dawî

Konferansa pêncemîn bi gelek aliyên xwe rexnegîrane bû. Di vê konferansê de bi qasî em agahdar û serwext in ji her konferanseke din zêdetir duzaravatî serdest û degel bû. Bi kêfxweşî û dilşahiyeke mezin em divê bêjin ku axaftinên bi Kirmanckî zêde bûn. Gelek ji delegan di heman axaftinê de hem Kirmanckî û hem jî Kurmancî bikar dianîn. Nimûneyên wiha zêde bûn. Li aliyê din Kirmanckî di nav xwe de standardîze dibe û ji awira nêzîkbûna li Kurmancî û hevfêmkirina dualî jî em dikevin qonaxeke nû.



MÎRHEM YÎGÎT