Villumsen ragihand ku li gel Pirsûsê wî kampên Êzidiyan ên li navenda Amedê jî ziyaret kiriye û got, "Bi heyetê re me bi nûnerên gelek saziyên Kurdan re hevdîtin kirin."
Villumsen anî ziman ku dewleta Tirk alîkariyê nade Kurdên ji Kobanê û Şengalê hatine, berevajî alîkariyên tên dayîn asteng dike. Villumsen da zanîn ku gelek doktor û xebatkarên tenduristiyê dixwazin alîkariyê bidin penaberan, lê belê dewleta Tirk bi fermannameya piştî bûyerên Gezî belav kirî re, pêşî li hewldanên alîkariyê yên xebatkarên tenduristiyê digire.
Villumsen da zanîn ku ew berî du hefteyan çûye Kurdistanê û çavê xwe dîtiye ku her tişt di rê de nameşe û got, "Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye. Ji ber ku panzer her roj êrîşî mirovên li ser sînor dixwazin alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yê ji Kobanê dikin û her roj bi sedan leşker û polîs di nava tevgerê de ne. Ev yek nîşan dide ku Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye."
ANF/KOPENHAGEN